'PKK ji bo me serê tiştên pêşî bû'

Cîhan Gulo ya Qamişloyî got,''Ne derheqê Kurdatiyê û ne jî derheqê hebûna jinan me bi tiştekî nizanîbû. Bi PKK'ê re me xwe da ber pirsan û me xwe nas kir.''

Cîhan Gulo a ji taxa Hilêliyê ya Qamişlo behsa hevnaskirina xwe ya bi PKK'ê re û tesîrên vê kir.

Cîhan Gulo diyar kir sala 1984'an PKK'ên nas dike û got, ''Hevaleke bi navê Leyla hebû, hate mala me. Bi apê min re li ser mijarên giştî nîqaş dikir. Me cara pêşî didît ku jinek bi mêrekî re nîqaş dike. Ji ber ku ji bo me tiştekî nû bû, em pê şaş diman. Piştre heval Leyla hemû jinên malê anî cem hev û civîn kir, me gelek tişt nîqaş kir. Di wê civînê de em şok bûbûn, me digot, ''Çi ji me re dibêje''. Ji ber ku me berê tiştekî wiha nedîtibû. Berê tiştekî me nebû. Em kî bûn, Kurd kî ne, jin çi ne, yek ji van me pê nizanîbû. Ji rabûn û rûniştina PKK'ê, ji hijmetdariya wê, ji nêzîkatiya wê ya li dayik û zarokan me hez kir. Di şexsê PKK'ê de me ji şoreşê hez kir.''

Gulo bi berdewamî diyar kir li nav malbata wan bi rengê pêşbirkê daxwaza tevlêbûna nav şoreşê çêbûye û got, ''Tiyê min wê demê tevlî Tevgera Azadiya Kurd bûbû. Ji bo ku apê min nehatibû, got, Alî wê hêrs bibe. Xwezî bi hev re biçûna, wiha got. Ev fedekariya ku di serê şoreşa PKK'ê de derketî holê û heta niha dom kirî, ne tenê ji bo me tiştekî bû. Bi vê fedakariyê me xebatên xwe heta niha domandin. Ti caran em poşman nebûn, em ê nebin jî.''

Gulo diyar kir wan cara pêşî wê demê meneya Newrozê fêhm kiriye û got, ''Li Qamişlo bi hezaran mirov li ser piyan bûn, bi meşê ber bi qada Newrozê ve çûn. Newroz bû dirûşm, meş û çalakî. Newrozeke wiha bû ku di demeke kurt de hatibû hazikirin û coşiya xwe mezin bû. Newrozeke wiha hingî xweş bû, belkî niha jî ew rih û coşiya wê demê nîne.''

Gulo her wiha behsa wê kir ku Koma Xelat bi coşiya Newrozê çawa qulibiye ser Koma Çiya. Gulo got, ''Wê demê ji malbata me gelek kes di nav Koma Xelat de bûn. Piştre ji Koma Xelat veqetiyan û xwestin ku koma xwe ava bikin. Koma Çiya hate avakirin, ji ber ku kom piranî ji malbata me pêk dihat, mala me hate hilbijartin. Wê demê derfet zêde nebûn, prova li mala me dihate kirin. Min jî destek dida wan.''