Yekîneyên Hewayî 2 panzer û wesayîtek leşkerî rûxandin
Yekîneyên Hewayî yên girêdayî QSD’ê li gundên Minbicê û Bendava Tirînê 2 panzer û wesayîtek leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker rûxandin.
Yekîneyên Hewayî yên girêdayî QSD’ê li gundên Minbicê û Bendava Tirînê 2 panzer û wesayîtek leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmeneke nû ya operasyonên hewayî li dijî wesayît û panzerên çeteyên dewleta Tirk a dagirker weşand.
Di dîmenan de diyar dibe ku Yekîneyên Şehîd Harûn ên Taybet bi Operasyonên Hewayî panzer û wesayîteke leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker di êrîşên dawî yên li rojhilatê Minbicê de dirûxînin.
Yekîneyan wesayîteke leşkerî û 2 panzer hedef girtin û rûxandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka Kanûnê ve artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li dijî herêmên derdora pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê yên li rojhilatê bajarê Minbicê didomînin.