Heyetek ji personelên îstîxbarata Tirk roja 17'ê Çileyê hat Walîtiya Kerkûkê û piştî ku bi endamên Tirkmen û Ereb ên Meclîsa Bajarê Kerkûkê bi dizî civîn çêkir, Walîtiya Kerkûkê li dijî Kurdan dest bi deqkirin û qeydkirina nasnameyan kirin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, Walîtiya Kerkûkê duh nivîsek ji keyayên li bajêr re şand û xwest, 'Malbatên pêwendiya xwe bi PKK'ê re hene, ragihînin'.
Keyayekî li bajêr ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku "Xwestin ku malbatên li Kerkûkê piştgiriyê didin PKK'ê û zarokên wan li nava refên PKK'ê ye.
Her wiha ji keyayan hate xwestin ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nava taxan rakin, nivîsên ku piştgiriyê didin PKK'ê jê bibin.