Piştî Ezazê li bajarokê Raî jî teqîn çêbû!

Piştî teqîna li Ezaz a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkierin, vê carê li Raî (Çobanbey) jî teqînek çêbû.

Li bajarên herêma Şehba ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ji roja Sêşemê ve teqîn çêdibin.

Piştî bajarê Cerablûs û Ezazê li bajarokê Raî (Çobanbey) jî teqînek çêbû.

Îro saet derdora 15:00’an li Bazara Giştî ya Raî yê motorbisiklêtek hate teqandin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di teqînê de herî kêm 6 kes birîndar bûne.

Di saetên nîvro de li nuqteyeke koma çete ya bi navê Tûgayên Sûltan Mûrat, bi wesayiteke bombebarkirî çalakiyek hate kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de fermandarekî payebilind ê Tûgayên Sûltan Mûrat ê bi navê Ebû Elmot mir, gelek çete mirin û birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî gotin, li cihekî bi 300 metreyî dûrî cihê teqînê, nuqteyeke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker jî heye.