Peyama YPJ'ê ya ji bo Newrozê: Em agir gur bikin!

YPJ'ê Newroz pîroz kir û got, "Bi pêşengiya jinê em ê bi hêza yekîtiya gelan dagirkeriya Erdoğan têk bibin."

Yekîneyên Parastina Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û newroz pîroz kir.

Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye:

"Newroz; cejna vejînê ya gelên serfiraz û berxwedêr e. Di tekoşîna jiyana azad ya gelan de heta roja me ya îro ked û berdêlên pir mezin hate dayîn û di encam de destkeftiyên dîrokî hate afirandin. Di şerê hebun û nebûnê de bi germahî, mezinahî û hêza afirîner ya Berxwedana Serdemê re, cejna Newroz’ê ya îsal di destpêkê de; Rêberê gelan Rêber Apo, tevahî şehîdên şoreşê û şehîdên Berxwedana Serdemê bi taybetî gelên têkoşer yê Efrîn û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Serî de di şexsê qehremanên mezin; Mazlum Doğan, Zekiye Alkan, Rahşen Demîrel, Bêrîvan, Sema û têkoşerên Berxwedana Serdemê yên ku li hember dagirkerên tirk heta dawî berxwedan û vejîna nû diyarî gelên şerker û dîroka mirovahiyê kirin, minnetdarî bi bîr tînin, soza xwe di rêya serkeftin, tekoşîn û tolhildanê de dubare dikin.

'HETA SERKETINÊ WÊ BIDOME'

Agir; jiyan e, ronahî ye, hebûn e û her ku geş dibe bi xwe re pêşerojên azad diafrîne. Bi taybetî gelê Kurd û di wateya giştî de jî gelên dijpergalên netew-dewlet, di her serdema dîrokê de bi qirqirinên fizikî û etnîk re rû bi rû mane. Ji Helepçê heta Qamişlo, ji Geliyê Zîlan heta Licê, ji Mahabadê heta Dersîm’ê, ji Kobanê û herî dawî li Efrîn’a rengîn ya axên herî pîroz qirqirinên, fîzîkî û çandî tê pêk anîn. Li hember serdestên kapîtalîst, ji Kawa’yê Hesînkar heta fedaiyên rojên azad Arîn, Rêvan, Avesta, Îlan, Barîn, Amargî û Polat’an, rihê afirandina hebuna azad berdewam kiriye û heta serkeftinê wê werê domandin.

Bi tifaqa hêzên paşverû Tirkiyê, Îran, Rusya û hêzên dijî demokrasî re komployeke pir berfireh li ser gelên azadîxwaz û herêma Afrîn’ê ya rizgarkirî hate pêş xistin. Li hember artêşa duyemîn ya NATOʹyê û teknîkên herî pêşketî, şervanên YPJ, YPG û QSD’ê bi berxwedaniya Serdemê re mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan û qehremanên fedayî yên weke; Avêsta, Amargî, Barîn, Îlan û bi sedan rêhevalên me yên dil wêrek bi çalakiyên canbexşane bûn mertala parastina nirxên Şoreşa Bakûrê Suriyê. Rûxmê hemû êrîşên dijwar di Berxwedana Serdemê ya Efrîn’ê de gelên yekbûyî û şerker dev ji cîh û warên xwe bernedan, bi girêdanbûna xwe ya welatparêzî û hêza xwe ya cewherî ji bo cîhanê bû mînaka herî bi wate ya civakbûnê. Di çeperên herî pêş ên şerê dîrokî de şervanên gelê berxwedêr bi bîr û baweriya xwe şer kirin. Wê her deverê Efrînê ji dagirkeriya Erdoğan û rêxistinên çete re bikin dojeh.

'LI HER DERÊ WÊ RUHÊ BERXWEDANA SERDEMÊ HEBE'

Her kolan, navçe û bajarê Kurdistanê yê ku agirê Newrozê pê bikevê wê rihê Berxwedana Serdemê ya Afrîn’ê jiyan bike. Her deverê ku agirê vejînê werê pêxistin wê bibe sedema; raperîn, berxwedan û tolhildana serdemê. Êdî dem dema xwedîderketin û serkeftina gelan e. Misogerkirina jiyana azad, parastina nirxên civakî û bilindkirina Berxwedana Serdemê, bi geşkirina agirê Newroz’ê re wê pêkan bibe. Bi şîara 'Her der berxwedan e her der Efrîn e' re gelê me di hemû kolan û bajarên Kurdistanê û di heman demê de derveyî welat asta berxwedanê bigihijînin herî jor.

'EM Ê ERDOĞAN TÊK BIBIN'

Weke Hêzên Parastina Jinê (YPJ) em soza bilindkirina tekoşînê, parastina nirxan û bersîvbûna ji dîrokê re di serî de ji pêşengê mirovahiyê Rêber Apo, gelên berxwedêr, gelê Efrînê, gelên Rojhilata Navîn, tevahî jinên cîhanê û şehîdên Şoreşê bi taybetî şehîdên Enternasyonalît yên ku di oxira şoreşa gelan de tevlî Şoreşa Bakurê Suriyê bûn, li berxwedan û gihîştin mertebeya herî bilind ya şahadetê, soza tolhildan û berxwedanê dubare dikin. Em ê bi hêza yekbûyî ya gelan û di pêşengiya jin de dagirkeriya Erdoğan têk bibin."