Pêşveçûnên şervanên QSD’ê li Reqayê didomin

Pêşveçûnên şervanên QSD’ê yên li navenda bajêr, rojhilat û rojavayê bajêr didomin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 109’an de didome. Di vê çarçoveyê de, li derdora çerxereya Eldela û El-Neîm, nexweşxaneya Wetenî û baxçeyê Reşîd şerên giran rû didin. Her wiha li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê şer dewam dike û şervanên QSD`ê ber bi lîstikgeha El-Eswed bi pêşve diçin.

Di şer heta niha li herêmên navborî rû didin de, gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, lê ji ber şerê dijwar hejmar nehate zanîn.

Li aliyê din, çeteyên DAIŞ`ê bi çandina mayînan û bikaranîna sivîlan wekî mertalên zindî ji bo rêgirtina li ber pêşveçûyînên QSD`ê dewam dike.