Pêngava Reqayê: Mizgefta Îmam El-Newî hate rizgarkirin

Hêzên QSD’ê Mizgefta Îmam El-Newî ya li taxa El-Nehda ya bajarê Reqayê rizgar kir û li heman taxê 2 çeteyên DAIŞ’ê jî dil hatin girtin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê bi hemû leza xwe didome. Di çarçoveya kar û xebatên rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê de,di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de li herdu eniyên bakur û rojava û navenda bajarê Reqa û bi taybety di taxa El-Nehda yê şerê dijwar rû didin.

 Di encama şerê li taxa Nehda de, şervanên QSD’ê Mizgefta Îmam El-Newî rizgar kirin. Şervanên QSD’ê di heman taxê de bi çalakiyeke taybet du çeteyên DAIŞ’ê dîl girtin.

Şerê li navenda bajêr û li devera El-Cezrat berdewam dikin, li aliyê din şervanên QSD’ê pêngava paqşjkirina taxên El-Meşleb, devera pîşeyî, gundê Reqa Semra berdewm dikin ku di demeke borî de çeteyan bi dizî derbasî van deveran bibûn.