Pêngava Reqayê: 26 çete hatin kuştin; şervan bi pêş ve diçin
Li Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de duh jî şerekî giran qewimî. Di şer de 26 çete hatin kuştin.
Li Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de duh jî şerekî giran qewimî. Di şer de 26 çete hatin kuştin.
Pêngava rizgarkirina Reqayê di roja 79'an de ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbên giran li çeteyan dixin û li nava bajêr her bi pêş ve diçin.
Li taxa Mansûr a li rojhilatê Reqayê, duh bi şev di şer de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li taxa Nehda ya li rojavayê bajêr jî şervanan hin nuqteyên girîng ji çeteyan paqij kirin. Li vê taxê, di şer de 9 çete hatin kuştin.
Li taxa Berîdê jî di şer de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, ku yek jê sekvan bû.
Wekî din, çeteyên DAIŞ'ê li taxa Romaniyayê hewl dan êrîşeke xwekujî li nuqteyên şervanan pêk bînin. Bi destwerdana şervanan re pêşî li êrîşê hate girtin û 4 êrîşkar hatin kuştin.
Li taxa Mîrûrê jî şer qewimî. Şervanan li vê derê gelek nuqte paqij kirin. Her wiha 7 demançe li vê erê ketin destê şervanên QSD'ê.
Duh bi şev di şer de 4 şervanên QSD'ê birîndar bûn.