Pêngava Reqa: Li Gundê Çiya şerê dijwar diqewimin

Li Gundê Çiya ê dikeve rojavayê Reqayê di navbera çete û şervanên QSD’ê de şerê dijwar rû didin. Di şerê li bajarokê Hemrat Nasir ê didomi de jî ji sedî 70’ê yê bajarok ketiye destê şervanan.

Qonaxa 4′emîn a Pêngava Xezeba Firatê didome. Şervanên QSD′ê ji milê rojavayê Reqayê ve pêşve diçin, piştî ku şervanan gundên Sehlebiyê Şerqî û Xerbî rizgar kirin, berê xwe dan gundê Çiya yê 12 km dikeve rojavayê Reqayê.

Lê çeteyên nava gund de veşartibûn gule bi şervanan reşandin. Di encamê de li gund şer qewimî. Hat diyarkirin ku di van kêliyan navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ′ê de, şer dijwar bûye û heta niha gelek çete hatine kuştin.

Ji milê rojhilatê Reqayê li bajaroka Hemrat Nasir a ku beşek jê hatibû rizgarkirin, ji duh ve şer lê geş bûye. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, di encama şer de heta niha ji sedî 70 ji bajarokê ketiye bin kontrola şervanan.

Li bajarokê Hemrat Nasir şer bi dijwarî didome.