Pêngava Reqa: Li 4 eniya şer dijwar didome

Li çar eniyên Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî dewam dikin. Pêşveçûna şervanan a ber bi navenda bajêr ve jî dewam dike.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li her çar eniyên Reqayê (Rojava, rojhilat, bakur, başur) şerê giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. QSD`ê derbeyên giran li çeteyan dixin û ber bi navenda bajarê ve diçin.

Di şerê bi dijwarî diqewimin de gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, lê di derbarê hejmara wan de ti agahî nehatin bidestxistin.

Ji aliyekî din ve jî, li taxên Reqayê yên rizgarkirî, operasyonên şervanên QSD`ê yên paqijkirinê dewam dikin.