Pêngava Reqa: Avahiya ‘Parêzgeha Reqa’ hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li taxa Nehda a dikeve rojavayê bajêr avahiya ‘Parêzgeha Reqa’ ku dihat binavkirin ji destê çeteyan hatin rizgarkirin û avahiya ku ji vir bajêr birêve dibirin rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê li taxa Nehda a dikeve rojavayê bajêr avahiya ‘Parêzgeha Reqa’ ku dihat binavkirin ji destê çeteyan hatin rizgarkirin û avahiya ku ji vir bajêr birêve dibirin rizgar kirin.
Li navenda bajarê Reqa û aliyê rojava û rojhilatê yê bajêr şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de her ku diçe, giran dibe. Şervanên QSD’ê avahiya ku çeteyên DAIŞ`ê weke ”Parêzgeha Reqayê” bi nav dikin û serçeteyên DAIŞ`ê têde bi cih dibûn a li taxa Nehda, rizgar kirin. Çeteyan ev avahî wekî cihê birêvebirina Reqayê bikar danîn.
Di avahiya ku hatiye rizgarkirin de, şervanên QSD`ê mohra DAIŞ’ê ya Reqayê dîtin.
Çeteyên ku ev kaxeza mohr li ser di destê wan de, bi asanî dikarîn li her derê bê ku rastî astengiyekê werin digeriyan.