Pêngava Reqa: 63 çete hatin kuştin

Pêşveçûna şervanan a ber bi navenda Reqayê ve dewam dike. Di şerê dijwar ê rû dayî de 63 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin.

Pêngava rizgarkirina Reqayê di roja 107′an de didome. Li taxa Emîn û çerxerêyên Neîm û Delê yên navenda bajêr, her wiha li bakurê deqoyên genim û taxên rojavayê bajêr şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê didome. Her wiha pêşveçûna şervanan ji aliyê bakur ber bi navenda bajêr ve didome.

Di encamê de 63 çete hatin kuştin, li derdora aş wesayîtek bombebarkirî û li derdora çerçerêya Delê 2 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.

Şerê bi dijwarî li hemû eniyan dewam dike.