Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi pêşketinên şervanên QSD`ê di hundir bajarê Reqayê de dewam dike. Li gorî agahiyên ku ji Reqayê hatin girtin şervanên QSD`ê li hin cihan bi pêşve çûn û çeteyên DAIŞ`ê roj bi roj tengav dibin.
Di vê çarçoveyê de, li taxa Emîn û Hena yên navenda bajarê Reqayê û li derdora Goristana Hitîn û çerxereya Eldela û Neîm şer dewam dike.
Her wiha li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqa û li taxa Endelos a aliyê bakurê bajarê, şer didome.
Di şerê heta niha li herêmên navborî dewam dike de, 19 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek fuze û wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê ketin destê şervanên QSD`ê.
Di şerê li van herêman de 5 şervanên QSD`ê şehîd bûn.