Pedersen: Desteka ji bo komên terorê yên li Idlibê divê bê astengkirin

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Pedersen diyar kir, bûyerên li Idlibê diqewimin gefê li ewlekariya herêmê û navneteweyî dixwin û got, "Piştgiriya ji bo komên terorê yên li Idlibê divê hîn bi xurtî bê astengkirin."

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo nirxandina rewşa li Idlibê bi rengekî lezgîn li hev kom bû. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr Pedersen bi rêya vîdeo konferansê beşdarî civîna KENY bû, bal kişand ser bûyerên li Idlibê diqewimin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Idlibê bang kir ku bi şertê esasdîtina serweriya Sûriyeyê hevkariya navneteweyî bi lezgînî pêk were.

'KRÎZEKE ÎNSANÎ HEYE'

Pedersen anî ziman, ji ber êrişên her du aliyan li Idlibê felaketeke însanî heye û got, "Di nava du mehên dawî de bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest dan û ji Idliba ku nifûsa xwe 3 milyon e dema dawî 500 hezar sivîl neçar man ku warê xwe biterikînin."

'ŞER WÊ GIRANTIR BIBE'

Pedersen got, "Rêxistina terorê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên mûxalîf ên çekdar ên li herêmê êrişên giran dibin ser wargehên sivîlan ên li derdora Helebê. Her wiha êriş li dijî navendên leşkerî yên Rûsyayê hatin kirin. Di 3'ê Sibatê de hêzên hikumetê yên Sûriyeyê li qereqola çavdêriyê ya Tirk a li nêzî Seraqibê xistin. Li gorî rayedarên Tirk 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Piştre hêzên Tirk êriş birin ser gelek nuqteyan ku ev yek bi gelek raporan gihîştin ber destê me."

Pedersen diyar kir ku rayedarên Tirk û Rûs ên di 12'ê Çileyê de li ser Idlibê li hev kirin, bi daxuyaniyên xwe yên dawî re nîşan dan ku di navbera nêrînên wan de nakokiyên kûr hene û got, "Xuya ye li gel bangê ji bo agirbestê jî şerê li Idlibê wê roj bi roj girantir bibe."

'IDLIB VEGUHERIYE NAVENDA KOMÊN TERORÊ'

Pedersen destnîşan kir ku Idlib veguheriye navenda HTŞ ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve weke rêxistina terorê tê qebûlkirin û gelek şervanên biyanî û got, "Hebûna van koman li Idlibê di wê astê de ye ku nayê qebûlkirin. Hebûna van komên terorîst li Idlibê hem ji bo ewlekariya Sûriyeyê, hem ji bo ewlekariya herêmê, hem jî ji bo ewlekariya navneteweyî metirsiyeke mezin e."

'DIBE KU ŞER DI NAVBERA TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ DE BIQEWIME'

Pedersen destnîşan kir ku nêzîkatiyên leşkerî pirsgirêka li herêmê bi rengekî mayinde çareser nakin û anî ziman, dibe ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de şer biqewime. Pedersen got, "Ev şerê ku li ser sînorê Tirkiyeyê diqewime, hem wê ji bo sivîlan rê li ber encamên giran veke, hem jî rîsk heye ku bibe sedem şervanên terorîst ên biyanî belav bibin û gefên nû bixwin."

'PIŞTGIRIYA JI BO KOMÊN TERORÎST DIVÊ BÊ ASTENGKIRIN'

Pedersen ragihand, bi hevkariyeke navneteweyî ya li ser bingeha hurmeta li serweriya Sûriyeyê pirsgirêka li Idlibê dikare bê çareserkirin û got, "Ya divê kirin ew e ku agirbesteke timî bê ragihandin û bersiv ji pêwîstiyên lezgîn ên sivîlan re bê dayin. Divê meseleya şervanên terorîst ên biyanî yên li herêmê bi berfirehî bê nirxandin. Piştgiriya ji bo komên terorîst ên qedexekirî yên li Idlibê divê hîn bêhtir bê astengkirin."