Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd: Em êrîşa li Sakaryayê şermezar dikin

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd êrîşa nijadperest a li Sakaryayê ya li dijî Kurdan şermezar kir.

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd derbarê êrîşa nijadperest a li Sakaryayê ya li dijî Kurdan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev êrîş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst di nava gel û pêkhateyan de dijminahiyê diafirîne. Ji ber ji nakokî û şeran hez dike û naxwaze kes bi ewle bijî. Gelê Tirk li dijî gelê Kurd radike û şovenîstiyê di nav Tirkan de diçîne da ku bibe alavek di destê wê de ku ji bo siyasetên xwe yên dijminahî bixebitîne. Ji bilî wê li Kurdistanê siyaseta koçberkirinê pêk tîne.

Di encama wan siyasetan de, em rojane êrişên li ser Kurdên li rojavayê Tirkiyeyê dibînin, her wiha rojane êriş li dijî penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê pêk tên.

Duh li Sakaryayê li dijî karkerên Kurd êrişek pêk hat. Her wiha jî li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rojane êrişên mîna van pêk tên. Lê çapemeniya Tirkiyeyê ya ku hewl dide fîtneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biçîne, çi Kurd, Ereb yan jî di navbera qebîle û eşîrên Ereb de, dinixumîne.

Em Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd êrişa bêserûber a li dijî karkerên Kurd û siyasetên qirêj ên çandina şovenîstiya di nava gelên li Tirkiyeyê şermezar dikin. Bang li gel û tevahî hêzên siyasî dikin ku li hember van kiryar û sûcan hişyar bin û gel hişyar bikin. Her wiha em bawer in ku ev kaxiza qirêj a dawiyê ye, wê serkeftina para gel û hêzên demokratîk be."