Otobana M5 kete bin kontrola hêzên Sûriyeyê

Hêzên Rûsya û Sûriyeyê ku li Idlibê bi pêş ve diçin, temamiya otobana M5 kontrol kirin.

Bi piştgiriya hewayî û bejahî ya Rûsyayê, artêşa Sûriyeyê li Idlibê bi pêş ve diçe. Artêşa Sûriyeyê temamiya otobana M5 kontrol kir.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku hêzên Sûriyeyê temamiya otobana M5 a li Idlibê kontrol kirine.

Rejîma Sûriyeyê li ser otobana Heleb-Şamê ku weke M5 tê naskirin, ji sala 2012'an ve ne serdest bû.

Li aliyê din hêzên rejîmê bajarokê Entarîb ê li bakurê rojhilat ê Idlibê bi dest xistin.