Oso: Ocalan nexşeya çareseriyê pêşkêş kir

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Ebdulxenî Oso yek ji wan kesan e ku li Lubnan û Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît. Oso destnîşan kir ku parêznameyên Ocalan ên ji 5 bergan nexşeya çareseriya pirsgirêkên herêmê ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku demeke dirêj li Sûriye û Lubnanê ma, bi gelên Rojava û Sûriyeyê re gelek caran civîn li dar dixist. Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Ebdulxenî Oso di salên 1991 û 1992'an de du caran li Sûriye û Lubnanê Ocalan dît û ji ANF'ê re qala hevdîtinên bi Ocalan re kir.

Ebdulxenî Oso anî ziman ku 33 sal in ew dildarê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye û got, "Bi rêya hevalekî di sala 1984'an de min Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Min hinekî tevger nas kir, dest bi xwendina pirtûkê kir û di sala 1987'an de jî tevlî kar bûm."

RUSTEM CÛDÎ EW BIR

Ebdulxenî Oso diyar kir ku şehîd Rustem Cûdî sibehekê hat cem wî û jê pirsî ku Ocalan dîtiye yan na, dema ku jê re got 'na', hingî jê xwest ku xwe amade bike ji bo dîtina wî. Oso got, "Em çûn Bekaayê. Ne şaş bim 5-6 roj piştî çûyîna Celal Talabanî bû (1991). Dema ku cara yekemîn me Rêber Apo dît gelekî kelecanî bûn. Ji kêfan rondik ji çavên min bariya. Me hêz û enerjî ji wî wergirt."

PIŞTÎ SALEKÊ CARA DUYEMÎN ÇÛ DÎTINA OCALAN

Ebdulxenî Oso ragihand ku piştî vê hevdîtinê ew hîn bêhtir tevlî kar bû û got, ku hevdîtina duyemîn jî di sala 1992'an de li Şamê pêk hat. Oso ragihand ku ew ji bo pirsgirêkên li herêmê çûn û got, "Bi rengekî dirêj û berfireh ji me re got ku hêza çareserkirina pirsgirêkan em in, divê ji kesî çareseriyê hêvî nekin. Ji xwe nîqaş hemû li ser rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan bû. Rêber Apo bi giranî li Sûriye û Lubnanê dima. Têkiliyên wî yên bi civaka li van deveran re xurt bû. Ew bi xwe li ser karê li vê derê disekinî. Karên li herêmê bi têra xwe bi pêş ketibû. Lewma komploya navneteweyî li dijî gelên herêmê hemûyan e."

PARÊZNAMEYÊN WÎ NEXŞEYA ÇARESERIYÊ YE

Oso destnîşan kir ku Ocalan di parêznameyên xwe de yên ji 5 bergan pêk tê, pirsgirêkên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tespît dike, çareseriyê pêşkêş dike, nexşeya çareseriyê pêşkêş dike û got, "Dibe ku Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve li zindanê be, lê belê fikir û mejiyê wî bi me re ye. Ji me bêhtir li vir dixebite. Divê em Rêbertî fêhm bikin. Divê em destûrê nedin ku ev karê wî bi kedeke mezin afirand belasebep biçe. Nêrînên wî firsendeke ji bo tevahiya gelê herêmê."

NE ZINDAN NE JÎ TECRÎD DIKARIN ASTENG BIKIN

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Ebdulxenî Oso destnîşan kir ku nêrînên Ocalan nikarin bên tecrîdkirin û got, "Fikrên wî mîna rojê ne. Çawa ku roj bandorê li milyonan mirovî dike, fikrên Rêber Apo jî bi vî rengî ne. Ne zindan ne jî tecrîd dikarin fikrên wî asteng bikin. Ji bo tecrîdkirina Rêbertî tavilê bi dawî bibe û ji zidanê derkeve têkoşîna me wê dewam bike. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelan hemûyan e."