Operasyona Reqayê: Taxeke din hate rizgarkirin
Taxa El Beyatra (Betanî) ya li rojhilatê Reqayê, di encama şerê 4 rojan de ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin.
Taxa El Beyatra (Betanî) ya li rojhilatê Reqayê, di encama şerê 4 rojan de ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin.
Operasyona rizgarkirina navenda Reqayê, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de tê meşandin, di roja 13. de ye.
Li taxa El Beyatra (Betanî) ya li rojhilatê bajêr, ji duh bi şev heta danê vê sibehê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî.
Di encama vî şerî de taxa Betanî danê sibehê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin.
Şervanan dest bi paqijkirina taxê ji bermahiyên çeteyan kirin.
LI 3 TAXAN ŞER GIRAN E
Li taxên El Berîd, Hitîn û El Qadîsiyê yên li rojavayê bajêr jî, ji duh bi şev û vir ve şer giran e. Şervanên QSD'ê bi armanca rizgarkirina bajêr her bi pêş ve diçin.