Operasyona Reqayê: Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şikandin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî taxa Sebahiyeyê hatin şikandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Operasyona Rizgarkirina Reqayê de her bi pêş ve diçin. Çeteyên DAIŞ'ê ji sê aliyan ve êrîşî taxa Sebahiye ya li rojavayê bajêr kirin. Êrîşên çeteyan ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin şikandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.

Ta payin, fermandarên QSD'ê di saetên pêş de li ser encama vî şerî daxuyaniyekê bidin.

Şervanên QSD'ê danê vê sibehê taxa Sinaa ya li eniya rojhilat ji çeteyan paqij kiribûn û xwe berdabûn nava taxa El Berîdê.