Operasyona Reqayê: 16 çete hatin kuştin

Li taxên Betanî (El-Beyatra) û El-Berîd ên Reqayê şer giran e. Di şer de 16 çete hatin kuştin. Li başûrê Reqayê jî depoyek ji cebilxaneyên çeteyan bi destê şervanan ve ket.

Operasyona rizgarkirina Reqayê di roja 14. de ye. Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê saet di 19:40 de êrîşî taxên Betanî û El-Berîdê kirin. Şervanan bersiv dan êrîşan û şerekî giran derket. Şer hê jî dewam dike. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li van her du taxan herî kêm 16 çete hatine kuştin û cesedên 4 çeteyan li herêma di kontrola şervanan de ye, mane.

Duh êvarê li taxa Betanî, wesayiteke bombebarkirî hatibû rûxandin.

Şerê li van her du taxan bi rengekî dijwar dewam dike.

Ji bilî eniyên rojhilat û rojava, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji başûr ve jî ber bi navenda bajêr ve diçin. Li vê herêmê, ev du roj in şerekî dijwar diqewime û gelek çete hatine kuştin. Her wiha depoyek cebilxaneyan a ji hawan, çek û fîşekên wan bi destê şervanan ve ket.