Operasyona Reqa: Li taxên Battanî û El Berîd şer dijwar e
Li taxên Battanî û El Berîd yên Reqayê dinavbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerê dijwar diqewime, şervanan wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyan rûxand.
Li taxên Battanî û El Berîd yên Reqayê dinavbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerê dijwar diqewime, şervanan wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyan rûxand.
Çeteyên DAIŞ′ê li rojhilatê Reqayê bi wesayîteke bombebarkirî ji çend nuqteyan ve êrîşî taxa Battanî kir ya ku vê sibehê hatibû rizgarkirin. Şervanan wesayît îmha kir. Êrîşa ku di saet 19:40'an de dest pê kir heta van kêliyan jî berdewam e.
Çeteyan bi awayekî hemwext jî li rojavayê Reqayê êrîşî taxa El Berîd kirin. Li taxê di encama bersivdayîna şervanan de şer derket. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin heta niha gelek çete hatine kuştin.
Şerê dijwar li herdu taxan berdewam e.