Operasyona Reqa: Şervan 4 km nêzî navenda bajêr bûne
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bakurê Reqa bi pêş ve diçin. Şervan 4 km nêzî navenda bajêr bûn. Navenda bajêr a Reqa êdî kete menzîla şervanan.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bakurê Reqa bi pêş ve diçin. Şervan 4 km nêzî navenda bajêr bûn. Navenda bajêr a Reqa êdî kete menzîla şervanan.
Şervanên Xezebe Firatê li bakurê Reqqayê Navenda Yekîtiya Cotkaran û girtîgehek ji çeteyan paqijkirin.
Reqa êdî tenê 6 kîlometre ji şervanan dûr e.Di çarçova çaremîn pêngava Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de şervanên QSD'ê gundewarên bakurê Reqa yek bi yek rizgar dikin.
Şervanên Xezeba Firatê şevê din Navenda Yekîtiya Cotkaran a li nêzî kampa leşkerî ya duh rizgar bibû û ciheke ku berê rejîma Baas weke girtîgeh bikartanî hedef girtin. Li van herdu deveran şerê giran rûdan. Di encamê de girtîgeh û Navenda Yekîtiya Cotkaran ji çeteyan hatin paqijkirin.
Her wiha vê berbeyaniyê febrîkaya pêmbû ya li navenda bajêr a Reqa jî ji çeteyan hate paqijkirin.
Bi rizgarkirina herdu deveran êdî tenê 4 kîlometre maye ku şervan bigihêjin navenda Reqa û bajar ketiye menzîla çeka şervanan.Li aliyê din hêzên QSD'ê yên ji rojava ketibûn tevgerê şevê din 4 mezraa rizgar kirin û 5 km pêşde çûn.
Di nava çar rojên ku pêngava çaremîn ji nû ve destpêkirî de mesafeyek 185 kîlometre çargoşe ku têde 6 gund û 7 mezraa jî hene ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.