OPCW: Sûriyeyê li Latamînayê çeka kîmyewî bi kar anî
Tîma tespîtkirin û lêpirsînê ya OPCW ku sala 2018'an ava kir, Sûriye sûcdar kir ku çeka kîmyewî bi kar aniye.
Tîma tespîtkirin û lêpirsînê ya OPCW ku sala 2018'an ava kir, Sûriye sûcdar kir ku çeka kîmyewî bi kar aniye.
Tîma lêpirsîn û tespîtê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku sala 2018'an ava bû, yekemcar raporek weşand ku hikumeta Sûriyeyê bi êrişa kîmyewî sûcdar dike.
Di raporê de hate ragihandin ku Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê di Adara 2017'an de li bajarê Latamînayê bi bikaranîna gazên sarîn û klorê êrişên kîmyewî kiriye. Dîrektorê Giştî yê OPCW'ê Fernando Arîas got, ji niha û pê ve Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî divê tevdîrên guncav werbigirin.
Koordînatorê tîma lêkolînê Santîago Onate-Laborde daxuyaiyek da û diyar kir ku ji bo ew bawer bikin ku di 24-20'ê Adara 2017'an de li Latamînayê çeka kîmyewî sarîn hatiye bikaranîn, hincetên wan ên maqûl hene.
Onate-Laborde her wiha diyar kir ku 25'ê Adara 2017'an di nava kesên ku di êrişê de klo bi kar anîne, kesên ser bi Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê hene. Di rapora berfireh a tîmê de hate gotin, 24'ê Adarê balafireke leşkerî ya Su-22 a ser bi Tûgaya 50'î ya Beşa Hewayî ya 22'emîn a Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê, ji Baregeha Hewayî ya Şayratê rabû û bombeya M4000 a ji sarînê avêt başûrê Latamînayê. Li gorî raporê vê êrişê zerar li 16 kesî kir.
Di raporê de hate ragihandin ku 27'ê Adarê jî balafireke Su-22 bombeya ji M4000'î ya sarîn avêtiye heman herêmê û bandor herî kêm li 60 kesî kiriye. Di raporê de hate gotin, 25'ê Adarê jî helîkoptereke Hêzên Hewayî ya Sûriyeyê bombeya klorê avêtiye nexweşxaneyek li bajarê Latamînayê û êrişê bandor li 30 kesî kiriye.