BI DÎMEN

Nobeda Azadiyê: Ji bo paşerojeke azad em têkoşîna xwe mezin bikin

Koma ku di hefteya 619'an de Nobeda Azadiyê dewr wergirtiye got, "Ji bo xwedîderketina li îradeya me û şikandina tecrîdê, ji bo paşeroja azad a bi Rêberê me, ji bo Kurdistana azad em çalakiyên xwe xurt bikin."

NOBEDA AZADIYÊ DI HEFTEYA 619'AN DE YE

'Nobeda Azadiyê' ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, di hefteya 619'an de ye.

Her hefte ji welatekî cuda yê Ewropayê komek çalakiyê dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jî Kurdistaniyên ji bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê ne.

Di nava komê de Mesût Avras, Abdullah Tolayman, Mûrat Erzem û Edîp Elîtaş hene.

'EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE XWEDÎ LI RÊBERÊ GELÊ KURD DERKEVIN'

Berdevkê komê Mesût Avras bi bîr xist ku li cihekî ku saziyên Ewropayê lê ne 12 sal in ew bênavber di nobedê de ne û got, "Hûn jî zanin, Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê dîlgirtî ye. Di vir de rola Konseya Ewropayê heye. Ji bo şermezarkirina vê em li vê derê ne. Ewropa qaşo navenda demokrasî û mafên mirovan e, lê mixabin dema ku mijar dibe Kurd, tevgera Kurd a mafdar hingî ev mafên mirovan û demokrasî derbas nabin. Em helwesta xwe ya li hemberî vê yekê 12 sal in li ber deriyê Konseya Ewropayê nîşan didin. Em helwesta Konseya Ewropayê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd û siyaseta gelê Kurd şermezar dikin. Heta ku encamê bi dest bixin em ê bi çalakiya xwe, bi têkoşîna xwe xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin."

'JI BO PAŞEROJA AZAD A BI RÊBERÊ ME RE EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'

Avras ji bo afirandina paşerojeke azad banga mezinkirina têkoşînê li gelê Kurd kir û got, "Gelê Kurd di pêvajoyeke girîng de ye. Zêdeyî 3 sal in ti agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin. Em vê yekê şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Bila têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê bilind bikin. Li ser bingeha pênava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku bi mehan e dewam dike, ji bo xwedîderketina li îradeya xwe û şikandina tecrîdê, ji bo paşeroja azad a bi Rêberê me re, ji bo Kurdistaneke azad em çalakiyên xwe xurt bikin."

Avras careke din helwesta Konseya Ewropayê ya têkildarî Îmraliyê û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got, "Têkoşîna mafdar a gelê Kurd wê bi ser bikeve."