Newroz bi berdêlan gihîşt vê astê

Silêman Êdî di Newroza 1986'an de ji aliyê hêzên Baas ve hatibû qetilkirin. Malbata Silêman Êdî diyar kir ku ew bi xwîna şehîdan gihîştine vê astê.

Silêman Êdî sala 1956'an li gundê Qamişloyê ji dayik bû. Di nava 6 xwişk û bira de yê herî mezin bû. Ji bo kar biçe çûbû Şamê. Ji bo pîrozbahiyên Newrozê qanûnî bibe û weke betlaneya fermî bê qebûlkirin, tevî komek ji xwendekarên zanîngehê sala 1986'an xwest li pêşiya Serokkomariyê Newrozê pîroz bike. Lê belê di encama gulereşandina hêzên Baasê de şehîd bû, 2 hevalên wî jî birîndar bûn.

Birayê Silêman Êdî Ahmed Sofî Êdî got, "Em ji eşîra Hesinî ne, 5 bira û xwişkekin. Em li gund diman. Ji ber pirsgirêkên madî em neçar man biçin bajêr. Birayê min Silêman ê herî biçûk bû, ji bo piştgiriyê bide malbatê dixebitî. Got ku wê biçe Şamê û bixebite. Li wir 2 salan ma. Lê belê hat û piştî demekê careke din çû. Li wir karek ji xwe re dîtibû, dixebitî. Wê demê pîrozkirina Newrozê qedexe bû. Her Newrozê dema ku me hewl dida pîroz bikin, dewletê êrişî me dikir. Çend ciwanên me bi vî rengî birin û careke din agahî ji wan nehate wergirtin. Li Şamê jî gel xwest Newrozê pîroz bike, lê belê dewletê destûra vê yekê neda. Li ser vê yekê birayê min Silêman û komek ji hevalên xwe çûn ber Serokkomariyê û çalakiya protestoyî kirin, xwestin ku Newroz bi rengekî fermî bê qebûlkirin. Hêzên Baasê gule li komê reşandin û di encamê de birayê min şehîd bû, 2 ciwan jî birîndar bûn. Dewletê cenaze neda. Piştre bi balafirekê anîn Qamişloyê. Hatin mala me û xwestin dayika min bibin, piştî ku dayika min qebûl nekir bavê min bi zorê birin nexweşxaneyê. Heta wê demê agahiya malbatê ji tiştekî tune bû. Dema ku cenaze nîşanî bavê min da, bavê min krîza dil derbas kir. Tevî bavê min, cenazeyê birayê min anîn malê. Di merasîma cenaze de nehiştin kes tevlî bin. Bi dehan xwendekar hatin girtin, gelek kes ji karên xwe bûn."

Biraziyê Silêman Êdî Ferhat Êdî jî diyar kir ku ji hingî ve berxwedan dewam dike û got, "Divê baş were zanîn ku bi dehan salan ciwanên me û gelê me li vê xakê li ber xwe dan, li her bihosta xaka Kurdistanê xwîna şehîdên me û lehengên me hatin rijandin. Em bi saya wan dijîn. Silêman Êdî bi xwîna xwe Newroz pîroz kir. Weke malbata wî jî em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin, li ber xwe bidin."