Nerazîbûna li êrişên dewleta Tirk ên li dijî şehîdgehan

Malbatên Şehîdan ên Herêma Efrînê diyar kirin, ku şehîdên Rojavayê Kurdistanê ku hemû cîhan ji terorê DAÎŞ'ê rizgar kirin niha bi destê dewleta Tirk gorên wan tên wêrankirin.

Malbatên Şehîdan ên Herêma Efrînê ji bo prostestokirina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser goristanên şehîdan a li bajarê Serêkaniyê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de diyar kir şehîd rûmata wan in, ji bo wê jî ew ê ji bo wan her tim şer bikin û li ser şopa wan bimeşin.

Her wiha wiha bangî hemû saziyên mirovahiyê kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk ya li ser goristanên şehîdan çav û guhên xwe vekin.

Rêveberê Meclîsa Malbata Şehîdan a Herêma Efrînê Ednan Şêx Mihemed derbarê van kiryaran terorî yên Tirk û çeteyên wan axivî û wiha got: "Di serî de em bejna xwe li hemberî şehîdên têkoşîna azadiyê ditewînin. Di vê dema dawiyê de artêşa Tirk û çeteyên wê goristanên şehîdan a li bajarê Serêkaniyê vediguherînin navendek leşkerî. Em bi tundî wan şermezar dikin, lê bila cîhan baş bizanibe şehîdên ku gorên wan tên wêrankirin cîhan ji terora DAÎŞ'ê rizgar kirin. Her wiha ger mirovek êrîşa goristanên şehîdan bike, ku xwîna xwe ji bo ewlahiya cîhanê dane, ew ne mirov e. Banga me jî li hemû kesên Îslamî ye, ger hûn bi rastî dibêjin em îslam in li Erdoganê kujer binêrin çawa goristanên şehîdan xira dike."

Endamên Meclisa Malbata Şehîdan a herêma Efrînê Husên Mûrad û Receb Mistifa jî têkilî terora Tirk axivîn û gotin, "Di dîrokê de nehatiye dîtin ku dewletek an jî hikumetek êrîşî goristana şehîdan dike û wêran dike. Ji ber wê em bi tundî şermezar û nelat dikin. Ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya wêrankirina goristanên şehîdên me îradaya me lawaz bixîne. Lê bila baş bizanibe şehîdên me hebûna me ne, ji bo vê jî em ê her tim berxwedanî û bi îsrar bin û têkoşîna me bi ser bixînin. Her wiha di dawiyê de banga me li hemû saziyên mirovahiyê dikin; şehîdên me ji bo mirovahiyê û aştiyê şehîd ketine û niha dewleta Tirk gorên wan wêran dike û xira dike."