NAV-DEM’ê ji bo Efrînê bang kir

NAV-DEM’ê ji êrîşên li ser Efrînê bang kir ku, bila gel dakevin qadan.

NAV-DEM’ê têkildarî êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin.

“Em bang li Kurdistaniyan dikin ku bila bi giyanê neteweyî tevlî çalakiyên li Elmanyayê bibin.

Çawa ku gelê me li Kobanê xwedî derket, divê bi wî giyanî gelê me xwedî li Efrînê jî derkeve. Efrîn Kobanê ye, Kirmanşan e, Hewlêr e û Amed e.

Di serî de Kurdên li Elmanyayê em bang li hemû gelan dikin ku li hemberî êrîşên faşîzma AKP û MHP’ê û dîktatoriya Erdogan bila dakevin qadan û têbikoşin.

Em bang li hemû pêkhate, sazî, dezgeh, meclîsên gel, rêveber û endamên NAV-YEK, CÎK, FEDA û NAV-YEK’ê û hêzên demokrat û şoreşger ên Tirkiyeyê dikin ku ji bo rûyê AKP’ê yê qirker derxînin holê, bila bi awayekî herî xurt dakevin qadan.”