Nasnameya şervanekî li Dêra Zorê şehîd bibû hate eşkerekirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî YPG’ê yê di şeê 24’ê Mijdarê li eniya Hecîn a Dêra Zorê şehîd bibû eşkere kir.

Navenda Ragihandi û Çapemeniyê bi daxuyaniyeke ya li ser malpera xwe ya fermî parvekirî, nasnameya şervanê YPG’ê Elî Silûk ê di şerê 24’ê Mijdarê yê li Enciya Hecîn a Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû, eşkere kir.

YPG’ê ev tişt got: “Di dîroka 24’ê Mijdarê li eniya Hecîn a Dêre Zorê di navbera hêzên me û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran derketibûn. Di vî şerî de şervanên me ku berxwedaniyeke bêhempa raberkirin derbên giran li çeteyan hatibûn dayîn. Di vê berxwedanê de rêhevalê me bi nasnav Elî Silûk li dijî çeteyan heta dawiyê şer kir û şehîd ket.”

Nasnameyê şervanê YPG’ê yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Elî Silûk

Nav û Paşnav: Elî El Elî

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Zezuweh

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêre Zor / 24’ê Mijdarê 2018