Nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, nasnameya şervanekî xwe yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, şervanê wan Xelîl Ebîd (Ebû Seyah) li eniya Hecînê ya Dêra Zorê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye. Navenda Ragihandinê sersaxî ji malbata Ebîd xwest û soz da ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nav paşnav: Xelîl Ebîd
Nasnav: Ebû Seyah
Navê Dayikê: Nûra
Navê Bav: Mihemed
Cih û dema jidayikbûnê: Til Eran / 1995
Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 6'ê Kanûna 2018'an