Nasnameya 6 şehîdan hate eşkerekirin
YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên li Reqa, Dêra Zor û Tebqayê şehîd bûn eşkere kir.
YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên li Reqa, Dêra Zor û Tebqayê şehîd bûn eşkere kir.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, li Dêra Zorê di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de rojên 7 û 8'ê Kanûnê şerekî giran qewimiye û di encamê de 3 şervanên YPG'ê şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 2 şervanên wan ên li Reqayê bi kar û berpirsyariya paqijkirina bajêr ji mayinan radibûn, şehîd bûne.
Li gorî daxuyaniyê, şervanê bi navê Deştî Amanos jî, ku yek ji gaziyên Kobanê bû, li bajarê Tebqayê dema li ser karê xwe bû gihîşte şehadetê.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gel hate xwestin û hat destnîşankirni ku wê timî li ser şopa cangoriyên azadiyê bin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Deştî Amanos
Nav û paşnav: Dildar Henan
Navê dayîkê: Fethiya
Navê bav: Yûsûf
Cihê jidayîkbûnê: Efrîn
Cîh û dîroka şehadetê: Tebqa/6’ê Kanûna 2017’an
Nasnav: Agirî Hesekê
Nav û paşnav: Elî Qureyş
Navê dayîkê: Sabah
Navê bav: Silêman
Cihê jidayîkbûnê: Til Berak
Cîh û dîroka şehadetê: Dêra Zor/7’ê Kanûna 2017’an
Nasnav: Demhat Hesekê
Nav û paşnav: Ehmed El-Sayîr
Navê dayîkê: Terfa
Navê bav: Ebid
Cihê jidayîkbûnê: Til Temir
Cîh û dîroka şehadetê: Dêra Zor/7’ê Kanûna 2017’an
Nasnav: Dilsoz Til Temir
Nav û paşnav: Îsam Izzo
Navê dayîkê: Eliya
Navê bav: Elî
Cihê jidayîkbûnê: Til Temir
Cîh û dîroka şehadetê: Dêra Zor/8’ê Kanûna 2017’an
Nav û paşnav: Ehmed El-Nasir
Navê dayîkê: Helale
Navê bav: Elî
Cihê jidayîkbûnê: Keramê
Cîh û dîroka şehadetê: Reqa/5’ê Kanûna 2017’an
Nav û paşnav: Macid El-Mihawiş
Navê dayîkê: Meryem
Navê bav: Xelef
Cihê jidayîkbûnê: Keramê
Cîh û dîroka şehadetê: Reqa/5’ê Kanûna 2017’an.