Nasnameya 5 şehîdên li Reqa û Dêra Zorê hatin eşkerekirin

YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe yên li Reqa û Dêra Zorê di navbera 10-12'ê Îlonê de şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, "Pêngava Rizgarkirina Reqayê û Pêngava Bagera Cizîrê ya li bakurê Dêr Ez-Zorê hatin destpêkirin, bi xurtî dewam dikin. Operasyona Reqayê roj bi roj serketinê misoger dike. Di encama şerê giran de li Reqayê ku bi piranî di bin kontrola QSDê de ye meşa serketî didome. Her wiha, Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizarkirina bejahiya li bakurê Dêr Ez-Zorê ji çeteyan hate destpêkirin, di roja xwe ya pêncemîn de ye. Şervanên QSDê, bi pêşengtiya YPG û YPJ'ê, ji du baskan ve heya niha zêdetirî 50 kîlometran bi pêş ve çûne."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Operasyonên ku ji bo tinekirina terorîzma DAIŞê tên meşandin, her ku ber bi armancên tekez ve diçe, bi xwe re êrîşên hîn hovanetir yên çeteyan jî tîne. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji van bajaran rêya revê nabînin serî li rêbazên êrîşên întîxarî didin. Tevî ku gelek ji van êrîşan hatine pûçkirin, di navbera 10 û 12'ê Îlonê de li her du navendan; li Dêr Ez-Zorê çar, li Reqa jî yek heval gihiştine şehadetê."
 
YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gel re xwest û destnîşan kir, ku wê heta serketinê li ser şopa şehîdan be.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Agirîn Şedadê

Nav û Paşnav: Ruqiya Salih

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Salhiyê, Dêrzorê 10-09-2017

Nasnav: Akif Berxwedan

Nav û Paşnav: Beşîr Hemîd

Navê Dayikê: Xensa

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir 1997

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Salhiyê, Dêrzorê 10-09-2017

Nasnav: Brûsk Rojhilat

Nav û Paşnav: Kajîn Yasînzade

Navê Dayikê: Nadiya

Navê Bav: Qasim

Cihê Ji Dayikbûnê: Ûrmiye

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 12-09-2017

Nasnav: Koçber Til Temir

Nav û Paşnav: Emîr Hemade

Navê Dayikê: Bedra

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Salhiyê, Dêrzorê 10-09-2017

Nasnav: Şerzan Amed

Nav û Paşnav: Vedat Sarı

Navê Dayikê: Suna

Navê Bav: Esad

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Salhiyê, Dêrzorê 10-09-2017