Nasnameya 2 şervanên li Dêrazorê şehîd bûn hate ragihandin

Meclîsa Leşkerî ya Hecînê ragihand ku şervanên wan Mihemed Xêr Salih El Ferêh û Ehmed Mihemed El Mela li Dêrazorê şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Hecînê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin şervan Kewan (Mihemed Xêr Salih El Ferêh) û şervan Sincar (Ehmed Mihemed El Mela) ji şervanên herî jêhatî bûn. Beşdarî gelek eniyên şer ên li gundewarê Dêrazorê bûn. Her wiha li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û çeteyên DAÎŞˋê berxwedaneke mezin raber kirin û di oxira parastina gel û welatê xwe de canê xwe feda kirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdan û soza xwe ya tolhildanê ji kujer û sûcdaran nû kir.

Agahiyên der barê nasnameyên her du şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Sincar
Nav û paşnav: Ehmed El Mela
Navê dayikê: Necod
Navê bav: Mihemed
Navnîşana malê: Hesekê-Til Hemîs-gundê Nefayil
Dîroka tevlêbûnê: 25.11.2024
Dîroka şehadetê: 9.12.2024

Nasnav: Kewan
Nav û paşnav: Mihemed Xêr El Ferêh
Navê dayikê: Foza
Navê bav: Salim
Cih û dîrok jidayikbûnê: Dêrazor-Hecîn -2004
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-9.12.2024."