Muslim qala peymana bi dewleta Sûriyeyê kir

Hevberdevkê PYD’ê Salih Muslim got ku “Peymana bi rejîmê re peymaneke leşkerî ye.” Muslim diyar kir ku soz hatiye dayîn qada hewayî ji balefirên Tirk re were girtin.

Hevberdevkê PYD’ê Salih Muslim ji ajansa me re qala peyman û hevdîtina di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Sûriyeyê re kir.

NAVEROKA PEYMANA BI REJÎMÊ RE

Muslim got ku “Ev peymaneke leşkerî ye û gava pêşîn e. Piştî vê gavê ji bo dagirtina naveroka peymanê wê diyalog û hevdîtin nebe.

Xetên sereke yên peymanê wisa ye:  Serweriya Sûriyeyê hatiye binpêkirin. Divê bi hev re ev serwerî were parastin. Ji ber vê jî wê leşkerên Sûriyeyê ji Dêrikê heta Firatê xwe bi cih bikin û wê alaya Sûriyeyê hildin. Li ku derê leşkerek hebe dikare alaya Sûriyeyê hilde.

Wê leşkerên Sûriyeyê ne di nav bajaran de bin, wê li derveyî bajaran bin. Wê tevlî karên Rêveberiya Xweser a Demokratîk hebin, meclîsên li vê derê wê xebatên xwe bidomînin.”

‘ARMANCA PEYMANÊ PARASTINA GEL E’

Muslim diyar kir ku armanca vê peymanê parastina gel e û got ku “Ji ber ku Erdogan qirkirinek amade kiriye. Hêzên demokrtîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî Emerîkayiyan bi peymana ewlehiya sînor xwest bide sekinandin.

Lê Emerîka bêyî ku agahdariyê bikin, ji qadên xwe vekişiyan û dewleta Tirk bi deh hezaran çeteyên xwe êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirine.”

‘RIZGARKIRINA EFRÎNÊ JÎ DI ROJEVÊ DE YE’

Muslim diyar kir ku rizgarkirina Efrînê jî di nav vê peymanê de ye û got ku “Beriya ku Emerîka xwe vekişîne, Rûsan û rejîmê ev peyman qebûl nedikirin. Lê a niha qebûl dikin. Wê hevdîtin bidome. Yek ji xala girîng a vê peymanê ev e ku Efrîn jî di nav de ye. Piştî ku ewlehiya qadê hate pêkanîn wê ji bo rizgarkirina Efrînê bi hevkarî were xebitandin.”

Muslim diyar kir ku wê çend roj şûnde li Şamê jî hevdîtin were kirin û got ku “Di hevdîtinê de em ê li ser naskirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk, naskirina mafên Kurdan ên di Destûra Bingehîn de û mîsogerkirina mafên gelên din. Êdî wê Destûra Bingehîn bibe mîsogeriya vî tiştî. Çarçoveya berfirehbûna vê peymanê wê li gorî nîqaşên wê derê be.”

‘EMERÎKA EV ÊRÎŞ NEDA SEKINANDIN’

Muslim got ku “Rûsya dikare van êrîşan bide sekinandin. Emerîkayê dikaribû bida sekinandin yan jî neda sekinandin. Helwesta Emerîkayê ev bû, Tirkiye israr dike heke em li dijî Tirkiyeyê rabin di demên pêş de dibe ku hinek tişt ji destê me derkevin.

Kesî neda sekinandin. Emerîkayê jixwe xwe vekişand. Ji niha û şûnde wê Emerîka li ku bimînin, ez nizanim. Ev ne problema me ye. Herî zêde dewleta Sûriyeyê eleqedar dike.”

‘RÛSYA GARANTOR E’

Muslim diyar kir ku wê di nava çend rojan de hemû hevseng biguherin û diyar kir ku hêza Rûsyayê heye ku van êrîşan bide sekinandin û garantorê vê peymanê jî Rûsya ye. Muslim got ku “Pêkanîna vê peymanê gelekî girîng e. Em ê di pratîkê de bibînin bê ka ev peyman êrîşan wê bikaribe bide sekinandin an na.

Berê jî me dixwest em bi Rûsya û rejîmê re rûnên, lê wan qebûl nedikirin. Îro êrîş, geşedan û berxwedan berê hemû aliyan da ser fikirandinê. Rûsan dît ku heke Tirkiye qadê dagir bike wê dewleta Sûriyeyê jî têk biçe. Ji ber ku Tirkiye têkeve ku derê, ji wir dernakeve. Ev ne peymaneke temam e, pêşhevdîtinek e.”

‘SOZA HATE DAYÎN KU WÊ QADA HEWAYÎ WERE GIRTIN’

Muslim got ku “Wê şer bidome. Tirkiye bi hemû hêza xwe êrîş dike.Li hemberî êrîşên Tirkiyeyê, wê leşkerên Sûriyeyê şer nekin. Em ê şer bikin. Lê leşkerên rejîmê wê bi hebûna xwe dewlet û serweriya Sûriyeyê temsîl bike.

Sozek jî dane. Rûsya û rejîmê diyar kir ku wê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balefirên Tirkiyeyê re bgirin. Ev jî wê ji bo berxwedana gelan û QSD’ê bibe piştgirî. “

Salih Muslim derbarê reva çeteyên DAÎŞ’ê got ku “Me tu kes serbest bernedaye. Şervanên wan di destê me de ne. Yên reviyan jî ji ber bomberdûmana dewleta Tirk reviyan. Derdora girtîgeha Eyn Îsayê hate bomberdûmankirin. Li Eyn Îsayê leşkerên Emerîkayê jî hebûn. Dema ku Tirkan li girtîgehê dan, gelo çima ew bêdeng man?”