Muslim: Hedefa me Sûriyeyeke demokratîk û federal e

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ragihand ku ji bo hemû gelên Sûriyeyê hedefa wan Sûriyeyeke demokratîk û federal e. Muslim got ku wê li Sûriyeyê nasnameya Kurd bihêztir bikin û bal kişand ser yekîtiya neteweyî.

Kongreya Asayî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a 7’emîn li Rîmêlanê didome.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di axaftina xwe ya di kongreyê de wiha got; “Di encamên siyasetên hêzên global û kapîtalîzmê de, gelê ji çand û rastiya xwe dûr ket , ji ber vê yekê esasê xebata me avakirina kesayeteke azad e. Mirovê azad û rêxistinkirî dikare her tiştî pêk bîne. Baweriya me ev e ku mirov nebe dijminê hev, gelê jî li hember hev dernekevin, berevajî wê, bi hev re bijîn. Hêzên desthilatdar di navbera gelan de nakokî çêkirin, têkoşîna me avakirina sîstemeke demokratîk e.”

‘TÊKOŞÎNA ME JI BO XURTKIRINA NASNAMEYA KURD A LI SÛRIYEYÊ YE’

Muslim di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna wan xurtkirina nasnameya kurdî ya  li Sûriyeyê ye û wiha pê de çû: “Nasnameya Partiya Yekîtiya Demokratîk, nasnameyeke kurdî, ya li Sûriyeyê ye, esasê xebata me xurtkirina vê nasnameyê ye, bi têkoşîna xwe me gelek şehîda dan, dirûşmeya me berxwedan jiyan e, em bi vê dirûşmeyê heyî dawî têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Têkildarî şoreşa Sûriyeye, Hevserokê PYD‘ê Salih Muslim wiha anî ziman: “Şoreşa Sûriyeye ji bo me ezmûneke pir zehmet bû, niha em encamên xebata xwe bi dest dixin, me rewşa Sûriyeye baş analîz kir, ji me hate xwestin ku em sîstemek ji bo parastina biratiya gelan û jiyana hevbeş li gorî xeta sêyemîn ava bikin, me destwerdana hêzên derve qebûl nekir, lê me hemû hewldanên diyalogên çareseriyê qebûl kir. Me karîbû berxwedana xwe bikin yek, me di avakirina Heyet El-Tensîq de beşdar bibin, em bi hêvî bûn ku çareserî ji bo aloziya Sûriyeye were peyda kirin, lê mixabin hin hêzên muxalif hîn ji fikirên xwe yên şovenîst ê rêjîma Baas xelas nebûn.”

‘ARMANCA ME NE PARÇEBÛYÎN E’

Muslim derbarê projeya pêşeroja Sûriyeye got: “Hin aliyan îddîa kirin ku me herêmeke xweser ava kirine, lê dirûşmeya me; Sûriyeke federal, demokratîk ji bo tevahî gelê Sûriye ye. Hin aliyên din jî gotin em parçebûnê dixwazin, parçebûyîn ne armanca me ye, em jiyaneke hevbeş, biratiya gelan, yekîtiya hemû hêzên demokratîk dixwazin, projeya me ne parçekirina Sûriyeyê ye. Hedefa me ew e ku gelên Sûriyeyê ji me fêm bike, pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, da ku civake hevgirtî û mirovên azad were avakirin, mirovê azad dikare civakeke azad û demokratîk ava bike.”

HILBIJARTINÊN KOMUNAN Û REFERANDÛMA LI BAŞÛR

Hevserokê Partiya Yekîtiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim li ser hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyeye wiha  got: “Hilbijartinên komunan li Rojava û Bakurê Sûriyeye pêk hat, komun şaneya sereke ya civakê ye, yekemîn car li Bakurê Sûriyeye bi awayekî azad û bi îradeya xwe dengê xwe dide. Paşê wê hilbijartinên meclîsan û meclîsên gelan (Kongreya Gelên Demokratîk /Parlemen) çêbibin, ev tişt yekemîn car li Rojhilata Navîn çêdibe, em ji vîna gelê xwe bi bawer in ku wê rûmet û azadiya xwe biparêzin.”

Salih Mûsilm behsa mijara referandûma li Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha  got: “Li Başûrê Kurdistanê, referendûm çêbû, em bi rêzdarî nêzî vîna gelê me yê başûr dibin, lê hinekan gotin referendûm ewlekariya netewî ya Tirk, Faris û Ereb têk dibe, ma gelo Kurd ewlekariya wan a netewî nîne!!”

YEKÎTIYA NETEWÎ

Muslim got ku Partiya Yekîtiya Demokratîk her tim banga yekîtiya niştimaniya Kurdistanê dike û got: “Em li yekîtiya xwe ava bikin, me destek da Kongreya Netewî  ya Kurdistanê û heya niha jî em piştgiriya wê dikin. Wekî ku em ji birayên xwe yê Ereb, Faris û Tirk re azadiyê dixwazin, em ji gelê xwe re azadiyê dixwazin, yên azad dikarin çarenûsa xwe diyar bikin û azadî û demokrasiyê pêk bînin. Berê em bi tenê bûn, niha Ereb, Siryan, Tirkmen, Çaçan, Êzidî û hemû gelên herêmê bi me re ne.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Mûslim di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta têkoşeran da.