Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Mûrat Karayilan ji bo Efrînê banga seferberiyê kir

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ew ê li Efrînê têk biçe. Karayilan diyar kir ku ew ê PKK li hemberî êrîşan bêdeng nemîne û banga seferberiyê li gelê Kurd kir.

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan ji Stêrk Tvyê re axivî û têkildarî êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyên girîng da.

Karayilan têkildarî êrîşên li dijî Efrînê ev nirxandinên hanê kir:

DEWLETA TIRK NIKARE TÊKEVE EFRÎNÊ

“Divê gelê me yê Efrînê û hemû gelên Kurdistanê bizanibin ku, hêza artêşa Tirk tune ye ku karibe têkeve Efrînê. Artêşa Tirk 9 mehan nekarî Nisêbînê zeft bike. Hemû leşkerên li Nisêbînê şer kirin, piştre nexweş ketin û dîn bûn, gelek leşkerên wan ji leşkeriyê reviyan. Kîngê karibûn têkevin Sûr, Nisêbîn û Cizîrê? Dema ku dîtin cebilxaneya berxwederên li hundir nemaye, roket û teqemeniyên berxwedêran nemaye, artêşa Tirk wê çaxê bi wesayîtên zirxî ket van herêman. Sê mehan li Babê çûn û hatin. Cebel Akil a li pêşiya Babê girtin lê piştre çeteyên DAÎŞ’ê hatin ew qir kirin û tankên wan ji wan stendin. Gelo çawa Bab girtin? Bi alîkariya Rûsyayê, bi lihevkirina çeteyên DAÎŞ’ê re ketin Babê. Em 35 sal in li dijî vê dewletê şer dikin, dewleta Tirk dengê wê heye lê di şer de pûç e. Dewleta Tirk nikare têkeve Efrînê. Lê ew ê şer bike. Dewleta Tirk dibîne, heke şer neke ew ê bi temanî têk biçe.  Li hin cihan derfetan bibîne, heke Rûsya destûrê bide ew dixwaze şer bike. Lê ev tişt nayê vê wateyê ku karibe têkeve Efrînê.

HELWESTA DYA’YÊ NE SAMÎMÎ YE

YPG, YPJ û QSD li Rojava tenê ji bo xwe şer nekirin, ji bo hemû mirovayetiyê şer kirin. Paytextê  DAÎŞ’ê bi dest xistin. Li hemberî vê berxwedanê, gelek dolabên din tên gerandin. Mesela rayedarekî DYA’yê daxuyanî da û him Tirkiye, him Sûriye û him jî Îran tahrîk kir û piştre jî got ku, “Em heq didin fikarên Tirkiyeyê’ û got, ‘Li Efrînê tu hebûna me tune.’ Dixwaze bibêje ku hûn dikarin têkevin Efrînê. Lê mesela beşeke QSD’ê li Efrînê ye? Li holê tiştên ne samîmî hene. Him dagirkerên li ser Kurdistanê tahrîk dike û him jî dibêje ‘Jixwe em Efrînê naparêzin’ Ev helwest, ne helwesteke rast e. Mirov ji vê helwesta wan dikeve nav gumanan.

 

ÇIMA SOÇÎ Û CENEVRE BI SER NAKEVE?

Rûsya ev bû çend caran ku civîna li Soçiyê taloq dike. Çima? Ji ber ku Kurd li Sûriyeyê hêz û heqîqetek in. Heke Kurd neçin wê civînê, ew civîn wê vala be. Tirkiye naxwaze Kurd biçin wê civînê. Mesela Cenevre jî bi ser nakeve. Çima? Ji ber ku Kurd ne tê de ne. Tirkiye li dijî vê yekê ye ku, Kurd beşdarî Cenevreyê bibin. Di çavê Tirkiyeyê de hemû Kurd terorîst in. Heke ev dewlet dixwazin cîhanê bi rê ve bibin, divê adilane tevbigerin û ji Tirkiyeyê re bibêjin ‘Bisekine.’ Lê ev dewletên hanê ji ber berjewendiyên xwe nabêjin û wisa nêz dibin.

DIVÊ JI ERDOGAN RE MIROV BIBÊJE ‘ÊDÎ BES E’

Divê hemû hêzên cîhanê vî tiştî bibînin ku li Rojhilata Navîn heta ku doza Kurdan çareser nebe, tu kêşe çareser nabe. Doza Kurdistanê dozeke girîng e. Divê hinek kes rabin vî tiştî ji Tirkiyeyê re bibêjin û bi wan bidin fêmkirin. Lê nabêjin. Çima? Ji ber ku ji Tirkiyeyê ditirsin. Ne ku Tirkiye xurt e. Dema ku vî tiştî ji Tirkiyeyê bibêjin ew ê nikaribin ji Tirkiyeyê sûdê werbigirin. Divê hêzên ku alîgiriya îstîkrarê dikin, hêzên demokratîk û humanîst divê êdî ji vê nijadperestiya Tirkiyeyê re bibêjin êdî bes e.

Divê cîhan hovîtiya dewleta Tirk a li Kurdistanê bibîne û pêşiya vê faşîzm û terorê bigirin. Em PKK, fikra me ev e. Em heqîqetê ji cîhanê re vedibêjin. Em ne mecbûr in ku pişta xwe bispêrin welatên din. Divê em pişta xwe bispêrin xwe. Em dostên xwe ne. Çiyayên me dostên me ne. Em wisa dikarin bibin îrade  û hêz.

BANGA JI BO CÎHANÊ: NEBIN ŞIRÎKÊ FAŞÎZMÊ

Em bang li hemû cîhanê dikin. Nebin şirîkê faşîzma li ser Kurdan. Em ji Rûsya û ji rêzdar Pûtîn re vî tiştî dibêjin: Dewleta Tirk li  dijî Kurdan siyaseta qirkirinê dimeşîne. Divê tu nebî şirîkê vî tiştî. Li Efrînê milyonek kes dijîn û em baş dizanin heta ku Rûsya nebêje erê, dewleta Tirk nikare mudaxeleyî Efrînê bike. Jixwe niha topan diavêjin Efrînê. Hê li ser erdê bi pêş ve neçûne. Dewleta Tirk dixwaze bi bikaranîna qada hewayî lêbide. Lê qada hewayî di bin kontrola kê de ye? Di bin kontrola Rûsyayê de ye. Heke balefirên şer ên Tirkiyeyê li ser Efrînê bigere, alayên Tirkiyeyê li ser wan hebe jî, ev tê wateya ku Rûsyayê ev balefir şandine. Gelê Kurd û raya giştî ew ê vî tiştî fêm bike. Ji ber ku qada hewayî ya Efrîn û Sûriyeyê di destê Rûsyayê de ye.

Ji ber vê jî em bang li rayedarên Rûsyayê dikin ku bila nebin şirîkên vê plana qirêj a Erdogan. Rûsya  alîkarî daye YPG û QSD’ê. Heke destûrê bide balefirên şer ên Tirkiyeyê, ev dibe xayîntî. Em hêvîdar in ku Rûsya nekeve nav vî karî.

ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ TÊ WATEYA ÊRÎŞA LI SER HEMÛ KURDAN

Êrîşa li ser Efrînê tê wateya êrîşa li ser hemû Kurdan. Ew ê bibe wekî Berxwedana Kobanê. Efrîn neynika Kurdistanê ye. Li Efrînê Elewî, Êzidî hene. Her rengên Kurdan li Efrînê hene.

Gelê Efrînê bi qehremaniya xwe navdar e. Arîn Mîrkan ji Efrînê bû. Rifatê Ereban ji Efrînê bû. Gelek şehîdên Efrînê heye û qehremanî afirandine. Ez bawer dikin ew ê gelê Efrînê heman qehremaniyê bidomînin. Heke şervan û gel bibin yek, kes nikare wan têk bibe. Dijminê me ne ku zêde xurt in. Dijmin dike xirecir û şerekî psîkolojîk dide meşandin. Heke faşîzma AKP-MHP’ê êrîşî Efrînê bike, ew ê şervan û gelê Efrînê bersiveke baş bide wan. Çawa ku Kobanê AKP û DAÎŞ têk bir, li Efrînê jî ew ê AKP û MHP têk biçe.

PKK LI HEMBERÎ ÊRÎŞA EFRÎNÊ EW Ê BÊDENG NEMÎNE

Heke ew êrîşî Efrînê bikin, ew ê PKK li vê rewşê temaşe neke. Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re, peywira me parastina Kurdistanê ye. Li ku derê êrîşek li dijî destkeftiyên Kurdistanê hebe, em ê piştgiriyê bidin berxwedana li wê derê.

PKK Û YPG CIHÊ YE, LÊ ÊRÎŞ WERE KIRIN EM Ê BIBIN YEK

PKK cihê ye, YPG û PYD cihê ye. Lê heke êrîş pêk bên, em ê hemû bibin yek. Em ê helwesta neteweyî pêk bînin. Divê hemû Kurd wisa nêz bibin. Kurdekî ku êrîşa li ser Efrînê hîs neke, divê ji xwe têkeve gumanan. Erdogan her roj heqaretê li gelê me dike. Em ê li hemberî van heqaretan bêdeng nemînin.

DIVÊ HER KES JI SEFERBERIYÊ RE AMADE BE

Dibe ku êrîşî Efrînê bikin. Divê amadekariyên wê baş were kirin. Ez bang li gelê Kurd û ciwanan dikim, divê  her kes ji seferberiyê re amade be. Di dema êrîşên li ser Kobanê de, Rêber Apo banga seferberiyê kiribû. Wê banga Rêber Apo a niha ji bo Efrînê jî didome. Divê her kes amade be.

Ne ku ew ê her tişt bi carekê re pêk were. Ev têkoşîn û berxwedan e. Divê em vî tiştî baş bizanibin heke li Efrînê şer dest pê bike, ew ê ji bo Kurdistan û gelê herêmê serdemeke nû dest pê bike. Dahatû ya gelê me ye, ya berxwedana Efrînê ye û ew ê dijmin têk biçe. Serkeftin ew ê ya gelê me be.”