Mûnzûr: Rêber Apo divê di nava me de be

Endamê 'Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re' Ferzende Mûnzûr anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd têkoşîneke girîng tê meşandin, lê têrê nake û got, "Divê têkoşîna me hîn berfireh û piralî be."

Endamê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got "CPT tecrîdê ji nedîtî ve tê. Got, li Îmraliyê êşkence heye, lê gaveke şênber neavêt."

Ferzende Mûnzûr bi bîr xist ku Ocalan ji aliyê dewletan ve bi komployê hate revandin û got, "Derxistin pêşberî dadgeheke bêedalet. Eger mirov peymanên navneteweyî, qanûn û hiqûqa rêxistina efûyê ya navneteweyî lêkolîn bike, xaleke bi tenê jî ji bo Rêbertî û Îmraliyê bi cih nayê anîn. Mirov dikare bibîne ku li dijî hiqûqê ye û qanûn têne binpêkirin.

Mafê her girtî heye ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Her wiha divê di bin kontrola doktor de be, tedawiya xwe bê kirin. Em zanin ku rewşa tenduristiyê ya Rêbertî nebaş e, lê belê kontrola doktor heye yan na, tê dermankirin yan na, di vê der barê de agahî li ber destê me nîne. Şert û mercên girava Îmraliyê gelekî giran e. Li gorî qanûnên navneteweyî nabe ku mirovek demeke dirêj di hucreyê de bê hiştin. Lê belê ya ku tê kirin mînakeke wê li cîhanê nîne."

'CÎHAN BÊDENG DIMÎNE'

Ferzende Mûnzûr diyar kir ku cîhan li pêşberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bêdeng dimîne û got, "Mafê her girtî heye ku bi derve re têkiliyê deyne, bi telefonê biaxive, lê belê ev ji bo Rêber Apo derbas nabe. Her wiha mafê xwe yê wergirtina rojname, kovar û televîzyonê jî bi cih nayê anîn. Bi kurtasî mafê her girtî ji Rêber Apo re rewa nayê dîtin. Ev yek jî ispat dike ku qanûnên navneteweyî tên binpêkirin. CPT gelek caran çû Îmraliyê. Her wiha gelek komîteyên çavdêriyê li cîhanê hene. Ev komîte divê biçin Îmraliyê.

CPT got li Îmraliyê êşkence heye, lê tenê got, gaveke şênber neavêt an jî dest li rewşê werneda. Diviyabû CPT wezîfeya xwe bi cih bianiya. Ev bêdengî firsendê dide dewleta Tirk. Dewleta Tirk jî vê firsendê bi kar tîne û tecrîda li ser Rêber Apo her roj girantir dike."

'RÊBER APO TEMSÎLA DEMOKRASIYÊ DIKE'

Ferzende Mûnzûr wiha dewam kir, "Projeya Rêber Apo, peyamên ku ji Îmraliyê tên li berjewendiyên dewleta Tirk nayên. Ji ber ku peyamên ji Îmraliyê tên, projeya Rêber Apo temsîla demokrasî, aştî û pirrengiyê dike. Peyamên Rêber Apo bi kêrî mafên Kurd, Tirk û gelên Rojhilata Navîn tê." Mûnzûr diyar kir ku Abdullah Ocalan pirsgirêkên heyî tespît dike, çareseriyê pêşkêş dike, lê belê dewleta Tirk a ku mejiyê xwe yek milet, yek netewe, yek dewlet, yek al e, ji paradîgmaya Abdullah Ocalan ditirse.

Ferzende Mûnzûr nerazîbûn nîşan da ku Abdullah Ocalan zêdeyî saleke ne dikare parêzeran ne jî malbata xwe bibîne û got, "Ev yek cihê şermê ye. Li pêşberî nirx û têkoşîna Rêber Apo, em deyndarê wî ne ku azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin. Gelê Kurd û dostên xwe, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind."

'DIVÊ TÊKOŞÎNA ME BI PIRALÎ BÊ MEZINKIRIN

Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan tevî tecrîda giran jî rê nîşanî gel dide û got, "Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo ji bo me peyameke pîroz û mezin e. Bi vê peyamê em careke din fêhm dikin ku divê têkoşînê mezin bikin. Gelê me ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gelek parçeyan û herêman têdikoşe. Lê belê ev têrê nake. Têkoşîna me divê bi berfirehî û piralî be."

'TÊKOŞÎN TÊRKER NÎNE'

Ferzende Mûnzûr anî ziman ku di asteke girîng de têkoşîn tê meşandin, lê belê ev têkoşîn têrê nake û got, "Rêber Apo gava destpêkê li Enqereyê avêt, li Kurdistanê belav kir û bi komployê gihîşt cîhanê. Rêber Apo di pêvajoya Îmraliyê de guherînên dîrokî kir. Bi guhertinên stratejîk, taktîk û îdeolojîk li cîhanê belav bû. Dewletên hegemon Îmraliyê weke cihekî ji bo tasfiyekirina Rêbertî û gelê Kurd dinirxînin. Lê belê Rêber Apo jî Îmrali kir qada jinûve vejînê, diyarê paradîgmayê û belavbûna vê paradîgmayê li cîhanê. Ji ber ku komplo cîhanî bû, bersiv jî cîhanî bû."