MSD’ê nerazîbûn nîşanî gefên Tirk ên li ser Kobanê da

MSD’ê Roja C îhanê ya Kobanê pîroz kir û got: “Em gefên dewleta Tirk a li ser Kobanê ya ku di warê leşkerî de DAÎŞ tene kir, şermezar dikin.” MSD bang li civaka navneteweyî kir

Meclîsa Sûriye Demokratîk(MSD) di derbarê 1’Mijdarê ya Roja Kobanê ya Cîhanê de daxuyaniyek da.

MSD’ê ev got:

 “1’Mijdarê ya 2019’an salvegera 5’emîn a roja cîhanê ya piştgiriya bi Kobanê re ye. Ev bone, berhemek ji berhemên berxwedana dîrokî ya şerê rûmetê ku li bajarê Kobanê li dijî rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst pêk hatiye. Her wiha tevahî gelên cîhanê piştgirî da û raya giştî ya cîhanê ya bi piştevaniya Berxwedana Kobanê re bû yek. Êdî Kobanê bû sembola berxwedan û aştiyê.

Dema ku Berxwedana Kobanê bi bîr tînin, berxwedana jin û cesaretên wan bi rêya sembolîzma şehîd Arîn Mîrkan ku canê xwe di oxira Kobanê de feda kiriye ku teror li mezintirîn paytexta Berxwdana Kobanê têk biriye, bibîr dixin.

Di heman dema ku roja cîhanê ya piştgiriya bi Kobanê bi bîr dixin, li aliyekî din jî êrişên dewleta Tirk a bêserûber a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pê re dagirkirina bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên pêk hatine de jî, şermezar dikin. Her wiha jî gefên dewleta Tirk ên dagirkirina bajarê Kobanê ku bi wê Erdogan hewl dide sembola berxwedanê bi rêya tolhildana ji ruhê berxwedanê yê ku DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve têk biriye jî, şermezar dikin.

Bang li civaka navdewletî dikin ku, li hember êrişên dewleta Tirk bisekine û projeya wê ya penceşêrê ya bi nûnertiya komkujî û qirkirina etnîk bi mafên şêniyên herêmê de, bi dawî bikin. Li aliyekî dîtir jî bang li hêzên navdewletî dikin ku parastina sînor bikin, herêma qedexekirina asîmanî ava bike û şênî bi ewle vegerin war û malên xwe.

Her wiha jî bang li Neteweyên Yekbûyî(NY) û rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyên mirovî pêşkêş bikin, piştgiriya Kobana berxwedêr re bikin. Her wiha hewldanên destdirêjiya bi semboliyeta wê û gefên koçberkirina şêniyê wê û guhartina demografiya herêmê ku xizmetî ajandeyên herêmê yên nijadperest ên li hember şêniyên resen dikin, red dikin.

Her wiha ji raya giştî re piştrast dikin ku gefên dewleta Tirk ên der barê Kobanê de xeternak in û her êrişek li dijî wê pêk hat, wê bi xwe re rêxistina terorîst a DAIŞ’ê zindî bike û şansa jinûve avakirinê bide."