MSD: Dewleta Tirk bi êrîşan re têkoşîna bi DAÎŞ’ê re asteng dike

MSD a êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Sûriyeyê şermezar kir, da xuyakirin ku êrîş çawa têkoşîna li gel DAÎŞ’ê asteng dike, di heman demê de fersenda ji nû ve xwe rêxistinkirinê jî dide çeteyan.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirkirinê yên li dijî Bakur Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û bal hate kişandin dewleta Tirk bi êrîşan re têkoşîna li gel DAÎŞ’ê asteng dike. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

NÎŞANÊN HEVKARIYÊ NE

“Artêşa Tirk roja 27‘ê Cotmeha 2018‘an bê sedem êrîşî du gundên rojavayê bajarê Kobanê yên li ser sînor kirin. Êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên bi ewle yên Bakurê Sûriyê di demekê de ku Tirkiye li ser mijara Îdlibê rastî zextan tên, hate kirin. Ev yek di lûtkeya çar alî ya Stenbolê de diyar bû. Her wiha ev êrîş di demkê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk çeteyên DAÎŞ‘ê li bargeha wan a dawî li gundewarên Dêra Zorê têk dibe pêk hatî. Tirkiye bi vê yekê desteka xwe ya bi terora DAÎŞ‘ê eşkere dike.

Polîtîkeyên derxistina tevlîheviyê û kûrkirina aloziyê ya ku Tirkiye li Sûriyê pêk tîne, êş û azaran bi serê gelê Sûriye anîne. Li aliyekî din jî Tirkiye di 7 salên aloziyê de ji şerê li dijî arêtşa rêjîmê direve û bi hemû rêbazan desteka dida cîhadîstên DAÎŞ û Cebhet El-Nusra, her wiha sînorê xwe ji wan re vekir da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û projeya demokartîk têk bibe.

ME HÊVIYÊN GELÊ SÛRIYE PÊK ANÎ

Em teqez dikin ku di 7 salên aloziya Sûriyê de me rêz li hemberî taybetmendiyên civaka Sûriye girt û me hêviyên gelê Sûriyê yê pêkanîna guhertinê bi cih anî. Her wiha em li pey lîstok û siyastên hêzên herêmî û yê derve neketin û me dest li dewletên cîranê werneda, di êrîşên hovane yên Tirkiyeyê li ser Efrînê me xeta berxwedanê û parastinê herêmê hilbijart.

ÊRÎŞ TÊKOŞÎNÊ ASTENG DIKE Û FERSENDA JI NÛ VE RÊXISTINÊ DIDE DAÎŞ’Ê

Em Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser gundên bi ewle yên Bakurê Sûriyê şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAÎŞ‘ê dikin ku destwerdanan bike û bi berpirsyartî li hemberî kiryarên Tirkiyeyê tevbigerin. Em dibêjin ku nêzîkatiyên ji aliyê Tirkiyeyê ve şerê li hemberî DAÎŞ‘ê asteng dike û fersendê dide çeteyan ku li Sûriyê belav bibe. Her wiha em bang li hikûmeta Sûrî ya Şamê dikin ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bê deng nemîn û li dijî van binpêkirinên Tirkiyê yên li Sûriyê tedbîrên qanûnên ên li ser asta navdewletî bigirin."