MSD amadekariyan dike ku li derveyî welat komxebatan pêk bîne

MSD bi nûnerên mûxalefeta li derveyî welat amadekariyan dike ku li welatên Elmanya û Skandînavyayê komxebatên nû pêk bîne.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di demên dawî de li gorî encamên komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn ya ku di rojên 27 û 28`ê Adarê de li darketiye, hewldanên xwe zêde kirin. Wek encamê komxebatê, beşdaran li ser nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê li gorî destûra Sûriyê ya nû li hev kirin.

Endamê Komîteya Komxebatan a MSD'ê Hisên Umer diyar kir ku ew amadekariyan dikin ku li Elmanya û welatên Skandîvyayê komxebatan bikin.

Umer got, di wan komxebatan de wê tecrubeya projeya Rêveberiya Xweser û nexşerêya komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn werin nîqaşkirin. Her wiha hewldana lidarxistina kongreyek neteweyî û giştî ji hêz û kesayetên opozîsyona Sûriyê ya demokratîk re, tê kirin.

Umer balkişand ser komxebatên ku li Parîs û Viyanayê lidar ketine û got: "Ji ber serketina her du komxebatan MSD teşwîq bû da ku komxebatên din  li derve organize bike. Bi taybet ji ber ku piraniya opozîsyona çalak a xwedî helwest, nêrînên cuda û li hember Rêveberiya Xweser hesas e, li derve ye."