MSD: Şoreş di 12'ê Adara 2004'an de bi wate bû

MSD'ê têkildarî salvegera serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bicihanîna hêvî û daxwazên guherînê yên gelê Sûriyeyê bi diyalogê dibe.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 20`an a serhildana 12`ê Adara 2004`an daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "20 sal di ser Serhildana 12`ê Adarê re derbas bû ku bertekeke civakî li dijî pergala zordest û hewldana wî ku fitneyê di navbera pêkhateyên welêt de derxe bû. Lê belê zanabûna civakî û siyasî ya gelê Kurd ji planên rejîmê mezintir bû û neket xefka rejîmê.

Komkujiya li dijî sivîlan pêk hatiye, veguherand serhildaneke mezin ku li Heleb û Şamê belav bû û gel tê de benda tirsê şikand û banga azadî û demokrasiyê û guhertina demokratîk kir. Ev serhildan çirûska yekemîn û bingeha şoreşa gelê Sûriyeyê li hemberî rejîmê bû ku ji Derayê dest pê kir û pêl bi pêl li herêmên din ên Sûriyeyê belav bû. Bi wê yekê şoreşê wateya xwe rastîn ji 12`ê Adara 2004`an girt û rêveberiya xweseriya demokratîk ava kir ku ji bû tevahî sûriyeyiyan bû model û hêvî.

Em şehîdên Serhilana Qamişloyê û tevahî şehîdên şoreşa Sûriyeyê bi bîr tînin. Em dizanin ku li hember fedakariyên wan li ser milê me berpirsyariyên dîrokî hene û heta daxwaz û armancên şoreşê û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bibe, em paşde gav navêjin.

Serhildana 12`ê Adarê helwesta kurdî-erebî li hemberî pergala zordest kir yek û ew neçar kir ku paşde gav biavêje. Rejîmê nekarî fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe û pêkhateyan bi kar bîne bi taybet gelê Kurd û doza wî.

Em destnîşan dikin ku pêvajoya têkoşîna aştiyane û hevgirtina gel, behîsên rejîmê di 12`ê Adara 2004`an de têk birin. Ji ber wê em bang li sûriyeyiyan, tevger û şepelên wan dikin ku hevgirtî bin, nakokiyan bidin aliyekê û bibin yek ji bo ku rêgezên jiyana hevbeş a aştiyane bisepînin, hêviyên gelê Sûriyeyê di jiyaneke bi rûmet û guhertina demokratîk de pêk bînin. Ji bo wê, em dibêjin diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî rêya pêkanîna daxwazên guhertinê û hêviyên gelê Sûriyeyê ye."