MSD'ê li ser êrîşa Rûsya-Sûriyeyê daxuyanî da

MSD′ê bi daxuyaniyekê êrîşên rêjîmên Sûriyê û Rûsya ên li ser nûqteyên QSD′ê şermezar kir û bang li koalisyona navneteweyî kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û bide rawestandin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî êrîşa balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê ya li ser nûqteyên şervanên QSD’ê, daxuyaniyek da û got: “Bila Rûsya van êrîşên ku dikeve zimeta çeteyên DAIŞ’ê, bide rawestandin.”

'EV ÊRÎŞ XIMETA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DIKE'

MSD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi berdewamiya pêngava rizgarkirina Reqayê re, QSD′ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra zorê bi koordîneya kooalisyona navneteweyî re, dest bi Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêra zorê kirin. Van hêzan derbeyên giran li çeteyan dan û xakeke rûberên fireh rizgar kirin.

MSD’ê got: “Di dema ku li herêma Sînayî (herêma pêşesazî) şerekî dijwar rû dide de, balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê nuqteyên şervanan bombebaran kirin. Di encamê de 6 şervanên me birîndar bûn.

Wek MSD′ê em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş xizmeta DAIŞ′ê dike, her wiha di çarçoveya destekdayîna DAIŞ′ê û astengkirina pêşveçûna şervanan de pêk hatiye.”

BANG

MSD’ê bang li kooalîsyona navneteweyî û Rûsya kir û wiha got: “Em bang li koalisyona navnetewyî dikin ku van destwerdanan rawestîne. Her wiha gang li Rûsya ji dikin ku van êrîşên ku xizmeta terorê dikin û aloziya Sûriyeyê kûrtir dikin, rawestîne.

Armanca me ya sereke rizgarkirina gelê xwe ji terorê û peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re ye. Serkeftin a hêzên me ye, bimire teror.”