MSD: Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî tevahiya Sûriyeyê ye

MSD'ê diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê tê wateya êrîşa li dijî tevahiya Sûriyeyê û bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo parastina destketiyên li Bakurê Sûriyeyê li ber planên dagirkeriyê rabe.

MSD′ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî gelê Sûriyê ye.

Derbarê mijarê de MSD′ê daxuyaniyek da û wiha got: "Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê, êrîşa li ser li dijî gelê Sûriyê ye, armanca wê têkbirina projeyên aştiya Sûriyê ye. AKP′ê destek da komên çete, di deriyên sînor de derbasî Sûriyê kirin û bi vê yekê aloziya Sûriyê kûrtir kir.

Tirkiye şervanên YPG/YPJ′ê bi terorê tawanbar dike, da li ser terora ku di bin navê olê de tev digere binixume.

Piştî rizgarkirina Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ′ê, projeya demokrasiyê li ser esasê biratiya gelan li herêmê hat rûniştandin. Tirkiye ji vê projeyê û ji pêşketinên li Bakurê Sûriyê pêk tên  û xizmeta yekîtiya Sûriyê dikin, ditirse.

MSD/QSD′ê ji bo ewlehiya herêmê tev digerin. Dê artêşa sînor were avakirina, da herêm li hember destwerdanên derve were parastin. Her wiha Sûriye jinûve were avakirin, koçber vegerin warên xwe û yekîtiya gelê herêmê were avakirin.

Em destwerdanên li ser erdên Sûriyê şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku destwerdana Tirkiye di jiyana gelê Sûriyê de rawestîne. Gelê Kurd beşek ji gelê Sûriyê ye û êrîşa li ser herêmên Kurdan, êrîşa li ser tevahî Sûriyê ye.

Divê gelê Sûriyê li her derê destkeftiyên xwe yên li Bakurê Sûriyê biparêzin û li hember planên dagirkeriyê li ber xwe bidin."