Minbiciyan şehîdên xwe spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Tirkî Himêdî û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El-Ehmed li Goristana Şehîdan bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Tirkî Himêdî û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El-Ehmed li Goristana Şehîdan bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ehmed El-Ehmed (Aram) ê ku 17'ê Hezîranê li ser erka xwe şehîd bû û şervanê Erka Xweparastinê Tirkî Himêdî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê.
Şêniyan cenazeyê şehîdan ji pêşiya nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekê ji dehan wesayîtî pêk dihat ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina şervanên leşkerî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destpê kir. Piştre Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: "Em li welatekî û li ser axekê dijîn ku ji bo azadiyê hîna pêwîstiya wan bi xwîna heye. Hîna dijmin li derdora me hene û dema ku têk diçin, bi rêbazên cuda dixwazin tevlîheviyê li vî welatî çêbikin."
Derwîş anî ziman ku erka wan şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna ewlehiyê ye û wiha domand: "Dema em bighêjin çareseriyeke siyasî ji bo tevahî Sûriyê wê demê erka me bi dawî dibe, lê eger ku alozî û dagirkerî hê jî hene, em ê xebata xwe bidomînin heya ku gelê xwe bighînin ewlehiyê."
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş herî dawî ev got: "Her yek xwedî berpirsyartî û maf e, yên ku banga maf dikin divê erka xwe jî bi cih bînin. Yên herî dawî ku bi navê gel, ewlehî û aramiya vê welatî biaxivin rejîm û alîgirên wê ne û yên her dawî yên ku behsa azadî û rûmetê bikin jî çeteyên Tirkiyê ne."
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîh Îzedîn jî got: "Bêyî fedekariyên şehîdan tu netewe nikare bi azadî û rûmet bijî. Şehîd mertalên ku planên dijmin û êrişkaran têk birin û berdêlên giran dane da ku em bi aştî bijîn."
Di berdewama merasîmê de, li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Nûra El-Hamid jî banga xwedîderketina li keda şehîdan kir û got: "Ji bo wefedariya bi xwîna şehîdan divê em bi dilsozîr û bi xurt kar bikin da ku bajarê Minbicê ava bikin û êriş û komployên li ser vî bajarî têk bibin. Her çiqas em yek bin em ê karibin serkeftinan pêk bînin."
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîla Îbrahîm xwendin û radest malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîdan bi dirûşman spartin axê.