Minbicî: Erdogan çi ji me dixwaze, çima nahêle alozî biqede?

Welatiyên Minbicê ku piştî şer û êşên giran bi dilrehetî li bajarê xwe dijîn û xwe bi xwe bi rê ve dibin, li ber gefên dewleta Tirk radibin.

Demên dawî li nava raya giştî û çapemeniya cîhanê gelekî qala navê Minbicê hate kirin. Ji xwe Erdogan di her axaftina xwe de gefan li Minbicê dixwe. Çima bajarê Minbicê di vê demê de? Tevî ku DAÎŞ hê jî li Sûriyeyê neqediya ye, xuya ye kesên ku li ser erdê pêçiyên xwe di nava aloziya Sûriyeyê hene, naxwazin alozî bi dawî bibe. Yek ji van jî Tirkiye ye. Mînaka vê ya herî berçav dagirkirina Efrînê ye.

ÇIMA MINBIC?

Dema ku  mirov dikeve nava bajarê Minbicê bi girîngiya vî bajarî dihese. Kolanên wê şên in, bazirganî lê dibe û ya herî girîng jî Minbic wek pirekê ye ku parêzgehên Heseke û Reqayê bi Helebê ve girê dide.

Mihemed Sibhî welatiyekî ji Minbicê ye û ev bû saleke dikanek li sûkê vekiriye. Ji me re dibêje, "Piştî ewqas êş û şer hê nû me dikarî pariyek nanê xwe bi rihetî bixwara, lê her roj gef li me têne xwarin."

Mihemed disekine û  bi dilpakiya xwe dibêje, "Bi rastî ez dixwazim fêhm bikim bê çi heye li cem me ku naxwazin dawî li aloziya vî welatî were?"

Di vê demê de wê pirsa Mihemed bê bersiv bibîne.

HÊZÊN LI SER ERDÊ 

Em çûn aliyê bakurê Minbicê. Hêzên taybet ên Amarîkayê pergalek nû avakirin. Hema me ji dûr ve çend wêne girtin. Li gorî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji me re gotin, rojane hêzên wan hevbeş xeta sînor dişopînin. Pir bi baldarî van demên dawî de li hember artêşa Tirkiyeyê tevdigerin û amade ne ji her deqê re ku êrîşek ji aliyê Tirkan ve were ew jî yekser bersivê bidin. Mirov dikare bibêje, li ser erdê ti metirsiyek me nedît û jiyan asayî bû.

Piştre me berê xwe de navenda Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Fermandarê gihiştî yê meclîsê Mihemed Ebû Adil di nava nîqaş û pirsên me de behsa beriya 2012'an kir, bê wê wextê dewleta Tirkiyeyê çawa li Minbicê alîkariya wan dikir, çawa pere û çek ji wan re dişandin, heta êdî DAIŞ tê piştre jî hemû hêz vedikişin û tenê DAIŞ dimîne. Ebû Adil wiha axivî, "Ez pir meraq dikim, wê demê em ne terorîst bûn û Tirkiye em bi rê ve dibir, lê niha me got, em xelk û zarokên Minbice dixwazin xwe bi xwe ve rêve bibin, Tirkiye ji me re dibêje hun terrorist in."

Em dîsa vegerin pirsa hemwelatî Mihemed. Hêzên herêmî û yên navdewletî heta niha çareyek an nexşerêyek jidil ji aloziya Sûriyeyê re nedanîne. Lewma Serokê DYA Trump rojekê dibêje ew ê ji Sûriyayê vekişin û rojekê dibêje bila Siûdî pereyan bide, ew venakişin. Ev jî tê wateya êdî ev dewletên kapîtalîst di çareyan de jî xetimîne. Bêguman çare li nava kolanên Minbicê ye."