Mihyedîn Şêx Elî: Gelê Efrînê amade ye ku bajarê xwe biparêze

Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûrî Mihyedîn Şêx Elî li ser gefên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê got, "Welatiyên Efrînê amade ne ku berevaniyê di ber bajarê xwe de bikin. Bi yek rêzê li gel hêzên xwe yên parastinê YPG/YPJ ne."

Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûrî Mihyedîn Şêx Elî li ser gefên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê got, "Welatiyên Efrînê amade ne ku berevaniyê di ber bajarê xwe de bikin. Bi yek rêzê li gel hêzên xwe yên parastinê YPG/YPJ ne."

Di mijara çareserbûna krîza Sûriyê de jî Elî bal kişande ser pozîsyona neyênî ya Tirkiyê û got, "Ev kiryarên Tirkiyê di bin sîwana peywendiyên wê yên Rûsî û Îranî (deverên ewle) de têne kirin û ev yek bi xwe kelemeke mezin e di rêya sazkirina çareseriya siyasî ji Sûriyê re."

Hevpeyvîna ku me bi Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê Mihyedîn Şêx Elî re kirî...

- Gelek liv û tevger li ser asta navneteweyî bo çareserkirina krîza Sûrî li dar dikevin (Cinêv, Soçî, serdana Putîn bo Tirkiyêyê û hwd. ) li gorî we Partiya Yekîtî ya Demokratî Kurdî-Sûriyê, dîmen bigiştî çi nîşanê dide?

Helbet navtêdan û piştevaniya darayî ya hin Mîrên Kendava Erebî û Tirkiyêyê bo komên Îslama siyasî bi şêweyekî balkêş kêm bûye. Niha hemû layanên dijberiyê gihîştine wê baweriyê ku pêwîst e çareserî ji krîza Sûrî re bête danîn, divê ew jî bi serpiriştiya Netewên Yekbûyî (UN) be, bêyî ku ti pêşmerc hebin, da derfet bo sazkirina çareseriyê, ya ku ji destpêka krîzê ve me doza wê dikir.

Ev yek dê rêjeya tundîtiyê li Sûriyê kêm bike û wê dezgehên dewletê hêdî hêdî rola xwe vegerînin. Lê hin metirsî ji hêla hêzên tundrew ve bi awayên nû tên hole. Di serî de vebijêrka (gurên tekekes) bi rêya pêkanîna operasyonên xwekujî û teqînan, herweha kuştin di hundirê bajaran de. Ev wê hewldanên aştiyê astengdar bike û hemû pelan tevlî hev bike, tiştê ku hemû pêkhateyên Sûrî jê nifret dibin.

- Peywendiyên Rûsya-Îran-Tirkiyê encam li ser zemînê dan, weke avakirina deverên ewle li hin herêman di hundirê Sûriyê de, gelo wê ev peywendî di pêşerojê de dom bikin, û çi metirsî ji wan hene?

Hevsengiyên hêzên herêmî û yên navneteweyî, li gel rojeva doseya Sûrî, rola Rûsyayê weke mayistro ji civînên Astanayê re destnîşan dikin. Em nikarin bibêjin ku her sê welat di hevpeymanekê de ne, derbasbûyîna Tirkiyêyê, ya xumxumî, bo gundewarê bakurê Idlibê û rolên wê yên çavlirê, metirsiyên mezin diaferînin. Bitaybetî ku Tirkiyê hewl dide da serketinekê di ware meydanî de bi dest bixe, bi rêya girêdana hêzên xwe yên leşkerî bi odeyên operasyonan ên li Izaz û Cerablusê, armanc ji vê yekê amadebûna pêkanîna êrîşan li ser Efrîn û têketinên bajarê Helebê, dema ku bixwaze. Di heman demê de jî, têkiliyên Tirkî bi El-Nusra û hemû şaxên El-Qaîdayê û Ixwan El-Muslimîn re, li gundewarê Idlibê, xurt dibin, û wisa bandora wê li ser erdê bihêztir dibe.

Ev kiryarên Tirkiyê di bin sîwana peywendiyên wê yên Rûsî û Îranî (deverên ewle) de têne kirin, û ev yek bixwe kelemeke mezin e di rêya sazkirina çareseriya siyasî ji Sûriyê re.

- Ta çi radeyê gefên Tirkiyêyê li ser Efrînê cidî ne? Çi senaryoyên gengaz hene, ji hêla topbarandinê ve yan derbasbûyîna bo bajêr be?

Gefên Tirkiyêyê li ser Efrînê, yê ji hêla rayedarên asta bilind ên dewletê ve der dikevin, amajeyên metirsîdar in, nabe ku bêtin piştguhkirin, bi taybetî ku artêşa wê gelek deveran li gundewarê Efrînê bombebaran dike, rojane balafirên wê li asîmanê herêmê difirin. Ji hêla ragihandinê ve jî, saziyên girêdayî AKPê û MHPê di hundirê Tirkiyêyê de arandineke balkêş dikin, bi armanca komkirina nêrînan bo pêkanîna êrîşan li ser Efrînê. Tu dibê qey dorpêçkirina hetîketî û krîz ên Tirkî bi lêdana Efrînê têtin çareserkirin!. Ev yek li gorî daxwaza hêzên kevineperest li Enqerayê tê. Ji lew re miletê Efrînê di bendewariyekê de ne, bêyî ku matmayî yan jî bi tiris bin. Welatiyên Efrînê amade ne ku berevaniyê di ber bajarê xwe de bikin, bi yek rêzê li gel hêzên xwe ne, ew hêzên pispor, YPGê\YPJ’ê.

Lê weke vebijark, Tirkiyê amadekariya damezrandina hêzên radîkal dike, di bin navine cur bi cur de (artêşa azad, hêzên şoreşê, hêzên rikberiyê..), da li şûna artêşa xwe wan derbasî Efrînê bike.

Armanckirina Efrînê ji hêla Tirkiyê ve êdî nema ji ti kesî ve veşartî ye, li ser asta xwecihî, herêmî û navneteweyî diyar e, lê xelkên Efrînê ji xwe bawer in ku berevaniya wan bi hemû awayan rewa ye. Têkbirina projeya Tirkî ji hêla Efrînê ve baweriyeke tekez e, bêguman e.

- QSD nêzî bajarê Dêra Zorê ye, rêjîma Sûrî di hundirê wê de ye, gelo wê pevçûn di navbera herdu hêzan de çê bibe, li gorî daxuyaniyên hin berpirsên rêjîmê?

Li gorî ku ez dizanin, QSD ti carî hewl nedaye ku pevçûnan bi hêzên rêjîmê re bike, çimkî berahiya QSD’ê şerê rêxistina DAIŞê û têkbirina wê ye, herweha hemû hêzên tundrew yên weke wê. Ji hêla xwe ve, ne ji berjewendiya rêjîmê ye ku şerekî li dijî QSD’ê, yan jî Kurdan, veke, ji lew re em dibînin ku ti pevçûn di navbera wan de dernakevin. Bêyî ku em guh bidine rastiya daxuyaniyên li ser zimanê hin berpirsên rêjîmê.

- Hilbijartinên federaliyê ti nêrînên navneteweyî yên rikber li hemberî wan tune bûn, hûn çawa wan hilbijartinan dinirxînin? Di heman demê de, hûn çawa nêzîkatiya helwestan di navbera rêjîm, mixalefeta Sûrî û ENKS’ê de derbarê hilbijartinan dibînin?

Hilbijartinên encûmenên xwecihî yên di 1ê Kanûnê li dar ketin, vîna piraniya miletan li Bakurê Sûriyê rave kirin, ji nava wan gelê Kurd. Rêzgirtina encamên hilbijartinan erk e. Bigiştî ew serkeftî bûn, çimkî ew gaveke girîng bû li ser rêya sazkirina hişmendiya hilbijartinê, her wiha vebijarka nenavendiyê û projeya federaliyê anî rojevê.

Çi dengên ku bi boykota hilbijartinan bang dikirin, yan jî dixwestin bi çi awayî bêrêzî û pîşpêkirinê bi wan bikin, helbet û xwedanê asoyeke teng in û bixwe têkçûyîn in.

- Ji hêleke din ve, hûn çawa encamên ku berbijarên we, di hilbijartinan de bi dest xistin, dinirxînin? Gelo çi programên we yên pêşerojê li ser asta beşdarbûyîna dezgehên federaliyê hene?

Bi dehên hezaran ji dengderan dengên xwe dane lîsteya Partiya Yekîtî, çi li Efrînê û çi jî li Kobaniyê, û wisa jî li herêma Cizîrê. Partiya me di lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (HEVBENDÎ) de beşdar bû. Em tiştekî veşartî nabêjin, dema em dibêjin ku hevalên me hewldanên mezin bo zêdekirina dengan nekirin, çimkî armanca me tenê serketina hilbijartinan bû, û wisa çê bû.

Em di beşdarbûyînê de berdewam in, li gorî bernameyên hilbijartinan ên bi zimanê Kurdî û Erebî, li tevahiya herêmên ku alîgirên partiya me li wan hene ji Kurdan û Ereban, têtin çapkirin û belavkirin.

Em di projeya kar û damezirandina sîstema nenavendî ya federal de beşeke girîng in, li gorî taybetmendiya rewşa Sûrî, ya ku pirbûn û cihêrengî navnîşana wê ye, bi armanca parastina yaekbûn û ewlekariya welêt di bin siya destûreke hemdemî ya nûjen.

- Li ser we weke Partî tê gotin ku hûn bi jîrekî danûsatandinê bi Rêveberiya Xweser re dikin, û ev yek sedema serketina we ye, ji hêlekê ve hûn hemû şaşîtiyan dispêrine Rêveberiyê, ji hêla din ve hûn tenê li serketinan xwedî der dikevin, û ev yek di daxuyaniyên hin hevalên we de yên êrîşî PYDê dikin, diyar e, hûn çawa vê mijarê şîrove dikin?

Mijar ne jîrbûn e bi qasî ku ew hestê berpirsyariyê ye. Danûstandina erênî bi Rêveberiyê re tiştekî ber çav e, helbet bi armanca parastin û pêşxistina wê ev yek dibe. Çimkî ji destpêka xwe ve, Rêveberî pêwîstiyeke dîrokî ye bo birêvebirina karûbarên milet, herweha parastina herêmên me ji êrîşên dijminên weke DAIŞê û yên weke wê. Jibilî pêkanîna hevjiyan û aştiya navxweyî.

Helbet şaştî çêdibin, dema em li ser şaşîtiya dirawestin, û rexneyan dikin, armanc parastin û çaksazkirin e, ne gumankirin û pîşpêkirin e bo berjewendiyên partiyetî, û ne jî bo razîkirina çi layanekî li dijî Rêveberiyê ye û hewldanan dike da wê birûxîne.

Di partiya Yekîtî de, ti carî me negotiye ku me serketin û destketî kirine, lê em dibêjin ku amadebûna me ya meydanî hebû û hêj heye, her wiha rola me ya erênî di vê rewşa pêşketî de heye. Tenê YPG\YPJ bi şehîd, birîndar û malbat ên xwe dikarin bibêjin ew xwedanên serketinê û destketiyên gel in.

Derbarê têkiliyên me bi PYD’ê re, partiya herdu şehîdan, Osman Dadilî û Îsa Hiso, helbet ew têkilî yên biratiyê ne, gelek kar û erk ên hevbeş me dicivînin, weku her kes, li hundir û li derve dizanin. Lê ev nayê wateya ku têbînî û rexne yên hevpar tune ne, lê pêkanîna wan rexneyan bixwe jî bêdivdarî guncavî û rêzkariyê ye.