Mihemed Ziyad: Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîzê Sûriyeyê şansekî mezin e

Berpirsyarê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Ziyad diyar kir bi rêya hevgirtina gel a bi Rêveberiya Xweser û hêzên QSD'ê re, hemû komplo û planên terorîzmê têk çûn.

Ajansa Nûçeyan a Firatê hevpeyvîneke taybet bi berpirsyarê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Elziyad re pêk anî.

Eliziyad diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser şanseke mezin e ji bo çareserkirina krîzên Sûriyeyê û got “Piştî çar salan hêzên QSD'ê bajarê Hecînê ya Dêrazorê ji bin destê terorîzma DAIŞ'ê rizgar kirin. Bi vê yekê xelkên wê vegeriyan û Rêveberiya Xweser di demeke kurt de bajar bi ser hev de anî û sazî û komîteyên xwecihî ava kir û dest bi karên xweyî rêxistinî û xizmetguzarî û perwerdehiyê kir.”

Elziyad anî destnîşan kir ku piştî rizgarkirina bajarokê Hecînê şêniyên wê tevlî nava rêfên hêzên QSD'ê bûn û mil bi mil li rex Rêveberiya Xweser li dijî terora DAIŞ'ê têkoşiyan û got “Ji ber ku Rêveberiya Xweser ji bo rizgarkirina krîzên li Sûriyeyê baştirîn çareserî ye.”

DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÇAVKANÎ Û PIŞTGIRA TERORÎZMÊ YE

Elziyad anî ziman ku hin hêzên navdewletî û herêmî projeya Rêveberiya Xweser dikin hedef û bi taybet dewleta Tirk a dagirker, ku her tim piştgiriyê dide terora li Sûriyeyê ji bo ku ewlehî û aramiya herêmên Bakûr-Rojhilatî Sûryeyê têk bibe, herêmê tevlihev bike û fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de biçîne û got “Fermandarê DAIŞ'ê yên berz li herêmên ku ji hêla Tirkiyê û çeteyên wê ve dagirkirî ne, hatin dîlgirtin. Ev yek ji me re peyt û isbat dike ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî eşkere piştgiriyê dide terorê û çavkaniya terorîzmê ye. Her wiha ji nû ve avakirina bajarê Hecînê ne bi tiştekî asan bû, ji ber ku me li aliyekî şer dikir û li aliyekî dîtir jî tevî hemî zehmetiyan me ava dikir".

HEVGIRTIN Û KOMUNALBÛNA GEL

Elziyad destnîşan kir ku hin şaneyên DAIŞ'ê ên veşartî car caran tevdigere û rêveberên bajêr, hêzên leşkerî û hin eşîreyên Ereb ji xwe re dike hedef û got," Lê belê hevgirtina gel bi hêzên QSD'ê û Rêveberiya Xweser re ev gef û metirsî têk birin û xwedî li Rêveberiya Xweser ya demokratîk derketin.”