Mihemed Ebû Adil bû Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi beşdarbûna Fermandarên Meclîsê ragihand ku Fermandarê nû yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil hate diyarkirin.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi beşdariya Fermandarên Meclîsê, civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de, rewşa dawî ya herêmê hat nîqaşkirin û Mihemed Ebû  Adil bû Fermandarê Giştî yê Meclîsa leşkerî ya Minbicê.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Fermî yê Meclîsê Şervan Derwîş ve hat xwendin û tê de wiha hat gotin: ″Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 17′ê Îlonê de bi beşdariya 90 Fermandarên Meclîsê, civînek li dar xist, rewşa Minbicê û tevahî Bakurê Sûriyeyê nîqaş kir. Her wiha bal kişand ser pêşveçûna wan di hemleya rizgarkirina Reqayê de, piştî şehadeta Fermandar Ednan Ebû Emced.″

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Fermandariya Giştî ya Meclîsê, Mihemed Ebû Adil wekî Fermandarê Giştî yê Meclîsê diyar kir. Daxuyaniyê wiha domand: ″Wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê, em hemû cangoriyan bi bîr tînin. Em soza şopandina riya Fermandar Feysel Ebû Leyla, Ednan Ebû Emced û hemû şehîdên ku azadî û rûmeta gelê xwe parastin, didin″. Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, Fermandar Mehemed Ebû Adil axivî wiha got: ″Erka ku Meclîsa Leşkerî avêtiye ser milê min giran e. Me soza gelê Minbicê û şehîdên xwe daye ku em ê bi hemû hêza xwe ked bidin da em layiqî wan bin.”

Ebû Adil anî ziman ku herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û banga têkoşîna hevbeş a li hember êrîşên li ser herêmê kir.

Di dawiyê de, şervan û Fermandaran Fermandar Ebû Adil silav kirin.