Mezlûm Ebdî: Êrîşa li Kobanê hewldana provakasyonê bû

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî dewleta Tirk a bi balafiran wesayîteke sivîlan li Kobanê bombe kir, şermezar kir û got: “Bombekirina sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk ve hewldana prvakasyonan e.”

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî têkildarî êrîşa duh a dewleta Tirk  a bi balafireke bê mirov a li dijî erebeyeke sivîlan li Kobanê ku di encamê de 2 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn, li ser hesabê xwe yê fermî Twîtterê peyamek da.

Ebdî got: " Di demeke ku hemû Sûrî daxwaza aramiyê dikin, dagirkeriya Tirk lihevkirinan bin pê dike. Bombekirina sivîlan li Kobanê hewldana proveksyonê ye, armanc dike şer li herêmê gur bike. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bang li aliyên garantor dikin ku bi erkên xwe rabin."