Metran Hamsîh: Em ji bo şervanên xwe dia dikin

Metranê Suryan ê Herêma Cizîr û Firatê Morîs Hamsîh got, ew ji bo şervanên xwe yên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û ji bo yên di vê oxirê de şehîd bûne dia dikin.

Metranê Suryan ê Herêma Cizîr û Firatê Morîs Hamsîh êrişên dagirkeriyê şermezar kir, Keşîşê Dêra Katolîk a Ermen Hovsep Bîdoyan bi bîr anî û ji bo yekîtiyê bang li gel kir.

Metran Morîs Hamsîh tevlî cejna ku li Dêra Marîsyan Hakîm a li Dirbesiyê hate pîrozkirin bû û ji ANF'ê re axivî. Metran Hamsîh dagirker şermezar kir û Keşîşê Dêra Katolîk a Ermen Hovsep Bîdoyan bi bîr anî û destnîşan kir ku ji bo dagirker bên cezakirin û ji xaka wan derkevin ew ji bo şervanên xwe dia dike. Metran Hamsîh got, "Min ji bo şehîdên me yên ku li dijî artêşa Tirk û çeteyên wan bi lehengî şer kirin dia kir." Hamsîh destnîşan kir ku gel wê bi yekîtiyê bi ser bikeve.

Metran Hamsîh bi bîr xist ku Keşîşê Dêra Katolîk a Ermen a Mar Yûsif Bîdoyan ji bo alîkariyê bide mirovên hatin navenda tenduristiyê ya li Dêra Zorê û neçar man koç bikin bi rê ket û got, "DAÎŞ'iyan di rê de ew û bavê wî qetil kirin. Piştre me ew li Hesekê û ji wir jî li Qamişloyê bi merasîmê oxir kirin. Ne tenê keşîş bû her wiha mirovekî xêrxwaz bû. Başiya her kesî û dinyayê dixwest."