Meşa li dijî komployê ya li Kobanê dewam dike

Ciwanên Kobanê li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşiyan. Ciwan 25 kêlometreyan meşiyan û hê jî meşa xwe didomîne.

Meşa 40 km’yî ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê organîze kiriye, gihîşt gundê Donxiz ê başûr bajarê Kobanê.

Meşa ji navenda navçeya Sirînê ya başûr bajarê Kobanê duh bi beşdariya bi dehan keç û xortên ji pêkhateyên Ereb û Kurd destpê kir.

Ji bo şermezarkirina komployê û bi nêzbûna salvegera 21’emîn, Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke ji navenda navçeya Sirînê destpê kir. Meş bi hedefa gihîştina ber bi bajarê Kobanê piştre ber bi gundê Elbelor ê rojavayê wê ve ye. Ew gundê ku cara yekemîn e di dema derbasbûna Rêber Abdullah Ocalan beriya 40 salî ya Rojavayê Kurdistanê de li wir rûniştibû, ye.

Meşa bi dirûşma "Serî hilde, şer bike, azad bibe" gihîşt gundê Donxiz ê Biçûk ê başûrê bajarê Kobanê piştî 25 km derbas bû û hê jî meş berdewam e.